Xelkê Mexmûrê piştgirî da pêngava KCK’ê

Xelkê Mexmûrê ji bo piştgirîkirina pêngava KCK’ê ya ‘Dem dama azadiyê ye’ û şermezarkirina dagirkeriya deweleta Tirk a li ser gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê meşeke girseyî lidar xist.

Xelkê Mexmûrê ji bo piştgirîkirina pêngava KCK’ê ya ‘Dem dama azadiyê ye’ û şermezarkirina dagirkeriya deweleta Tirk a li ser gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê li ber derê Saziya Mabatên Şehîdan kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meşa ku panktên bi nivîsa “Dem dema Azadiyê ye” “Emê bi ruhê jina azad, bi Rêber Apo re azad jiyan bikîn” “Ji tecrîda li ser Rêber Apo re, em dibêjin na” û alên PKK, KCK û posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo,’ ‘Bê Serok Jiyan nabe,’ û ‘Bijî Berxwedana Heftenînê’ hatin qîr kirin, heta Parka Şehîd Zehra Penaber dom kir.

Li pêşiya Parka Şehîd Zehra Penaber li ser navê Meclîsa Gel hevserokê meclîsê Hecî Kaçan daxuyaniyek da.

Kaçan bal kişand li ser banga KCK’ê a ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ û got: “Pêngava ku KCK’ê di 12’ê Îlonê de dayî destpêkirin, em ji dil û can silav dikin. Em gelê wargehê berxwedana Rêber Apo ya ku di nava hemû şert û mercên zehmet ya gireva Îmraliyê de li ber xwe dide, her wiha cenga Heftenînê di kesayeta hevalên ku di çeperên herî li pêş de li ber xwe didin, tevayî şervanên azadiyê, girtiyên li zindanan û gelê birûmet silav û heskirinên xwe pêşkêş dikin. Dewleta Tirk di 12’ê Îlona 1980’an de xwest di kesayeta pêşengên PKK’ê yên ku ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê û hemû mirovahiyê têkoşiyan, têk bibe û dawî lê bîne. Ji ber vê yekê di 12’ê Îlonê de destpêkirina pêngavek bi vî awayî ji bo zindîkirina giyanê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û Ferhat Kurtayan girîngiyekî xwe yê pir mezin heye. Çawa ku beriya niha bi 40 salan li ser gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê polîtîkaya tinekirin û înkarê hebû, îro jî li Kurdistan û derveyî welat ev polîtîka li ser nirxên gelê Kurd yên ku bi xwîna şehîdan hatine bi destxistin tê meşandin.”

Kaçan destnîşan kir ku xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî hem di têgihiştina girîngîdayîna pêngavê de ne û hem jî di zanebûna xeteriya ku heyî de ne. Kaçan bibîr xist ku ew ê ti caran serî li hemberî dagirkeriyê netewînin û koletiyê qebûl nekin.