Xelkê Mexmûrê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Ji heft salî heta heftê salî xelê Mexmûrê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bi meşekê dagirkerî protestokirin.

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TCM/TJCM) li wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê jibo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî kirin.

Meşa ji pêşiyya Şaredariya Mexmûrê despê kir, alên PKK, KCK, YJA-STAR, YPG û YPJ'ê hatin rakirin û pankartên bi nivîsa ‘Tecrîdê Bişkêne, Faşîzmê hilweşne û Kurdistanê azad bike’, Serî Hilde, şer bike û Rêber Apo azad bike’ hatin vekirin.

Bê navber dirûşmên “Şer şer şer ji bo azadiyê şer’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Rojavayê Kurdistanê’, ‘Çerxa Şoreşê’û ‘Bimre îxanetkar û noker” hate qîrkirin.

Meş li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr veguherî mîtîngê û li vir daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Rêveberiya TCM’ê Leheng Kara ve hate xwendin.

Kara got:“Dewleta dagirker a Tirk vê carê jî êrîşî gelê Rojavayê Kurdistanê kiriye. Dewleta Tirk bi êrîşên nemerdane êrîşî gelê Kurd dike. Êdî kêr gihaye hestî. Êdî em ciwan em ê serî li hember dewleta Tirk netewînin.

Em bang li ciwanên Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û ciwanê Ewropa dikîn ku bên em bi hev re li dijî dewleta Tirk têkoşîn û berxwedanê bikin. Em hemû ciwanan vedixwînin li dijî dagirkeriyê tevlî berxwedanê bibin.”

Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.