Xelkê Efrînê li kampan xwe ji koronayê diparêze

Li gorî derfetên heyî û rewşa koçberiyê xelkê Efrînê yên li kampan dijî xwe ji vîrûsa Koronayê diparêzin û tedbîran digirin.

Piştî derxistina biriyara qedexekirina derketina derve ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilata Sûriyê ve hate ragihandin, xelkê Efrînê yên di Kampan de li gorî wê biryarê tevdigere û tedbîrên xwe digire.
Hevseroka Meclîsa Kampa Berxewdan Şêxo Îbrahîm li ser tedbîrên ku gel li kampan digire axivî û got: “Rewşeke cîhanî derketiye holê ji bo vê jî biriyar hat standin ku gel ji vê nexweşiyê were parestin û em jî weke meclîs li gorî wê tevdigerin. Lê rewşa kampan ji ya bajaran cudatire û pêwîste tedbîrên wê baş werin giritin.
Şêxo bal kişand ser tedbîrên li kampê tên girtin û wiha pêde çû: “Qedexeya ketin û derketina ji kampê weke biryar hatiye standin. Navendên tendirustî yên li kampan hertim di amadebûn û tevgerê de ne. Her wiha li hemû kampan dermanên dezenfektekirinê tê reşandin. Komîn û komîteya kar û barên civakî erzaqên gel li wan belav dikin ji bo ku kombûyîn çênebe, lê em dikarin bêjin sîstem tam ne hatiye rûnişkandin ji ber ku weke me dayî xuya kirin kamp cuda ne û hejmara gel zêde ye.”
Şêxo banga li gel re kir ku bi awayekî cidî nêzî vê nexweşiyê bibin û her kes li paqijiya xwe, zarokên xwe  û kampa xwe baş beladarbin.