Xelkê Colemêrgê sala 2023’an bi binpêkirinên mafan û qedexeyan derbas kir

Li Colemêrgê ku Rewşa Awarte bênavber tê meşandin, sala 2023’yan bi binpêkirinên mafan û qedexeyên keyfî derbas bû. Li Colemêrgê ku qanûnên heyî jî tên rawestandin, gel mîna di girtîgeheke vekirî de ye.

Colemêrg 7 sal in bi pêkanînên Rewşa Awarte tê birêvebirin. Li bajêr ku binpêkirinên mafên mirovan bêyî navber didome, di sala 2023’an de îşkence, binçavkirin, înfazên bê daraz, xwekuştin, fuhûş û bikaranîna tiryakê zêde bûn. Deriyên sînor hatin girtin û bazirganî ji gel re hat qedexekirin. Zozan û mêrg weke, “Herêmên Ewlekariyê” hatin ragihandin û bi vê yekê re hewl dan karê çandinî û sewalkariyê biqedînin. Di navbera rêya Wan-Colemêrgê de bi dehan nuqteyên kontrolê hatin avakirin û rêwîtiya gel hat astengkirin. Li her girên bajêr baregehên leşkerî hatin avakirin, navenda bajêr di bin dorpêça leşker û polîsan de ye.

BAJÊR XISTIN BIN TECRÎDÊ

Li bajar ku her qadê jiyanê kirine di bin tecrîdê de, qedexe zêde bûne. Tevahiya xelkê Colemêrgê jiyana zindanê dijî. 7 sal in her 15 rojan carekî hemû çalakî tên qedexekirin. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên ji xeynî AKP-MHP’ê, neçar in ku dema çalakiyeke bikin destûr bixwazin. Binpêkirinên ku tên kirin tenê bi yekê re sînordar nîne. 15 kes di encama lêdana wesayitên zirxî û bi guleyên leşker-polîsan jiyana xwe ji dest dan. Binpêkirinên weke serdegirtinên malan, tundiya di binçavan de, girtin, qedexeya ketina li hin newalan û bi taybetî ambargoya xwarinê ya li ser welatiyên gundan bûne pêkanînên rojane.

AMBARGOYA ABORÎ HATE PÊKANÎN

Piraniya zozan û newalên ku ji bo çandinî û sewalkariyê girîng in, bi hinceta “herêma ewlekariya taybet” hatin qedexekirin. Bi vê yekê re hewl hat dayîn ku çandinî û sewalkariyê asteng bikin ku çavkaniya dahatê ya xelkê ye. Gundiyên ku ji ber qedexeyan nikarin sewalên xwe bibin zozan û mêrgan, neçar man dest ji sewalkariyê berdin û koç bikin. Welatiyên ku nekarîn li zevî û bexçeyên xwe çandiniyê bikin, li şûna hilberînê dimezixînin. Desthilatdariya AKP’ê ku qedexeyên astengkirina sewalkarî û cotkariyê xistiye dewrê, gelek welatiyên ku dixwestin li herêmên sînor bazirganiyê bikin, qetil kir. Her wiha li deriyên sînor ên navçeyên Gever û Çelê bazirganî hate qedexekirin, ev yek bû sedem ku li bajêr bazirganî neyê kirin. Gelek welatî dema ku diçûn nav zeviyên xwe, sewalên xwe diçerandin, an jî dema diçûn seyranê di encama gulebarana leşker û polîsan de birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan.

Li Gundê Xirvatê ya Gever a Colemêrgê 2 kesên ku li zozanê şivantiyê dikirin, ji aliyê polîsên tevgera taybet ên li qereqola jorîn ve hatin derbkirin û rûbirûyê gefên kuştinê hatin.

Li gundê Anadagê yê bi ser navçeya Rubarokê 4 şivan ku zarok jî di nav de hebûn, piştî ku bi deqeyan ji aliyê leşkeran ve rastî tundiyê hatin, bi birîndarî hatin binçavkirin. Şivanên ku piştî hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin, bi kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt hatin berdan.

BÛYERÊN XWEKUŞTINÊ ZÊDE BÛN

Li Colemêrgê di sala 2023’an de gelek bûyerên xwekuştinê qewimîn. Bûyerên xwekuştinê ku herî zêde di nava jin û ciwanan de belav bûye, yek ji polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

“Komîsyona Çavderiyê ya Sedemên Xwekuştinê” ku di Çileya 2023’an de ji aliyê Şaxa Colemêrgê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hat avakirin, di rapora xwe ya li ser mirinên bi guman û bûyerên xwekuştinê ên di navbera meha Çile û Mijdara 2023’an pêk hatine de diyar kir ku 25 bûyerên xwekuştinê pêk hatine û ji wan 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate destnîşan kirin ku kesên xwe kuştine, ji jin û mêrên ciwan pêk tê ku di navbera temenên 17-30 salî de ne. Her wiha di raporê de ev jî hatin ragihandin: “Hat eşkerekirin ku kesên di nav de hêzên desthilatê jî hene bi zorê tacîza zayendî li jinan kirine. Hate tespîtkirin ku mirinên hin jinên ku bi zorê rastî tacîza zayendî hatine, di bin navê “xwekuştinê” de mirinên bi guman in.

Hin bûyerên xwekuştinê ku di sala 2023’an de li Colemêrgê qewimîne:

  • Di 20’ê Çileyê de jina bi navê Z.T ya 32 salî, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
  • Di 24’ê Çileyê de jina bi navê M.G.C di mala xwe de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
  • Di 5’ê Adarê de li bajarokê Dêzê yê Colemêrgê Z.T (20) bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
  • Di 18’ê Adarê de li Taxa Daggol a Colemêrgê xwendekara zanîngehê V.Y (21) salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
  • Di 18’ê Gulanê de M.A ku li Xaniyên Tekserê yên Kolana Sumbul a Colemêrgê dijiya, di mala xwe de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
  • Di 28’ê Gulanê de jina bi navê T.Y ku li Kolana Bulanik a Colemêrgê dijiya, di mala xwe de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
  • Di 16’ê Hezîranê de A.K.Y (23) ku li Kolana Bulanik a Colemêrgê dijiya, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.