Xelkê Başûr îro jî ji bo Ocalan li ser piya bûn

Li Kerkûk, Hewlêr, Kelar, Ranya û Seyidsadiq a Silêmaniyê ji bo agahiyê ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin çalakiyên girseyî pêk hatin. Welatiyan bang kirin ku demildest rê bê dayîn ku parêzer serdana Îmralî bikin.

Li Kerkûk, Hewlêr, Kelar, Ranya û navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê gel ji bo ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin dakatin qadan.

HEWLÊR

Li Hewlêrê bi pêşengtiya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê li ber Rêveberiya Pasporta ya Hewlêrê meşê destpê kir û heta li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin. Di çalakiyê de bang kirin ku demildest parêzerên Ocalan serdana Îmralî bikin û pêre hevdîtinê bikin ku derbarê rewşa tenduristiya Ocalan û girtiyên din de agahiyan bigirin.

KERKÛK

Li nava bazara Penca Elî ya Kerkûkê bi beşdarbûna sedan kes meşek pêk hat. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin û dirûşmeya, ‘Bijî berxwedana Îmralî’ berz kirin. Meşê heta dawiya bazarê berdewam kir.

Li ser navê girseyê Amed Kerkûk daxuyaniyek da. Kerkûkî got: “Rêber Apo ji bo Kurdan xeta sor e. Divê têkildarî agirê li Îmraliyê derketî agahiyên zelal bên parvekirin. Armanca vî agirî di serî de tinekirina Rêber Apo û gelê Kurd e.”

Kerkûkî bal kişand ku şewata li Îmraliyê berdewama komployê ye û ji bo vê bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan û azadîxwaz ên cîhanê kir ku li dijî êrîşa li ser Ocalan bêdeng nemînin. Kerkûk got: “Daxwaz dikin ku li ser tenduristiya Serok Apo agahî bên parvekirin.”

Her wiha Kerkûkî bang li hemû welatiyên Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin û li dijî êrîşên di serî de li ser Ocalan û gelê Kurd bikevin tevgerê.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

SILÊMANÎ

Li bajarê Silêmaniyê ji Baxê Giştî heta Cadeya Saholeke bi pêşengiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo agahî ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin, meşeke bi meşale hat lidarxistin.

Bi sedan ciwan, jin û ji beşên cuda yên civakê mirov tevlî meşê bûn. Di meşa bi meşale de poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Di meşê dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabê”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê”, “Ey dijmin baş bizane Apo xeta me ya sor e” hatin berzkirin.

Piştî meşê endamê Encûmena Ciwanên Welatparêz Qane Xelîl peyamek pêşkeş kir.

Di peyamê de wiha hat gotin: “Heta agahiya têkildarî rewşa Serok bê eşkerekirin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Cîgira Hevseroka Tevgera Azadî, Tara Hisên a xîtabî girseyê kir, di axaftina xwe de diyar kir ku kilîla çareseriyê li Îmraliyê ye.

Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan Mihemed Bekir jî daxwaz ji kesên azadîxwaz kir ku bi têkoşîna pêş bixin, xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.

KELAR

Li navçeya Kelar a Germiyanê Komîteya Azadî ji Ocalan re ji bo agahiyê ji rewşa Ocalan û girtiyên din bigire, meşek lidar xist. Meşê li ber Parka Leyla Qasim destpê kir û heta nava bazarê berdewam kir.

Di meşê de dirûşmeya, ‘Wê agirê Îmralî we ji bişewîtîne’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Ey dijmin bizane Apo xeta sore’ hate berzkirin. Herwiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

SEYİDSADİQ

Li ser pira nava bazara navçeya Seyidsadiq bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de welatiyan daxwaz kir ku destûr were dayîn ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Îmralî bikin. Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Wê agirê Îmralî we bişewîtine’ berz kirin.

Di çalakiyê de Herêm Ebûbekir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de tê bi bîrxistin ku duh li Girava Îmralî şewat derketiye û bang tê kirin ku demildest hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û ji rewşa tenduristiya wî piştrast bin.

RANYA

Meclîsa Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer a Herema Raperîn li Ranya di derbarê şewata ku Îmralî derketî civiya. Ciwanan piştî civînê plansaziya xwe ya çalakî eşkere kir û daxuyanî dan. Ciwanan diyar kirin ku heta ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî neyê girtin wê bênavber li qadan bin.