Xelkê Şengalê hikumeta Kazimî şermezar kir

Ji ber êrişa dewleta Tirk a qirker a li ser Şengalê, xelkê Şengalê li navçeya Sinûnê dakete qadan, ber bi baregeha Hêzên Emniyeta Wetenî meşiya û xemsarî û bêhelwestiya hikumeta Iraqê şermezar kir.

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda îro li çiyayê Şengalê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Girseya gel piştî merasîmê dakete navçeya Sinûnê ya Şengalê û dest bi meşê kir. Girseya gel timî dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” û “Bijî xweseriya Şengalê” qîriya.

Xelkê Şengalê ji bo nerazîbûnê nîşanî bêhelwestiya hêzên Iraqê bide berê xwe da bregeha Hêzên Emniyeta Wetenî ya Iraqê. Gel di van kêliyan de bi dirûşman hevkariya Hikûmeta Kazimî û hêzên Iraqê ya bi dewleta Tirk re şermezar dike.

Dayîk û jinên Şengalê yên dilşewitî û bihêrs nerazîbûneke tund nîşana hêzên Iraqê didin û dibêjin, ti ferqeke wan ji dewleta Tirk û DAIŞ’ê nîne.

Her wiha jinên ciwan diyar kirin, eger ev hêzên Iraqê yên li Şengalê nikarin erka xwe bi cîh bînin, bila ji Şengalê derkevin.

Asayîşa Êzîdxanê girseya bihêrs bi zorê kontrol dike, ji bo aloziyeke mezin rû nede.