Şêniyên Xanesorê: Hikumeta Iraqê hevkarê êrişan e

Şêniyên Xanesorê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a li Şengalê dan û gotin, dewleta Iraqê ya ku li pêşberî êrişê bêdeng e, hevkarê komkujiyan e.

Dewleta Tirk a dagirker doh saet di 14:00 de li navçeya Xanesorê êriş bir ser wesayiteke sivîl.

Di vê êrişê de ku bi balafira bêmirov a biçek hate kirin, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû, 2 zarokên Bedel ên di wesayitê de ji aliyê xelkê li qadê ve hatin rizgarkirin.

Xelkê Xanesorê nerazîbûn nîşanî êrişê da û diyar kir ku dewleta Iraqê ya ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike ji vê komkujiyê berpirsyar e.

Xidir Hemet ê ji Xanesorê diyar kir ku ne ji piştgiriya dewleta Iraqê be dewleta Tirk nikare ewçend bi hêsanî êrişan bike û got, "Merwan dema ku zarokên xwe dibir dibistanê, dewleta Tirk êriş kir. Dewleta Tirk timî êrişî civaka Êzidî dike. Li dij e ku em li ber xwe bidin, têbikoşin. Êriş dewama Peymana 9'ê Cotmehê ye. Ji ber vê yekê hikumeta Iraqê jî ji êrişê berpirsyar e."

IRAQ ÇIMA GUH NADE EWLEHIYA ME?

Zîna Ehmed a ji Xanesorê jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumeta Iraqê ya li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk da û got, "Çima dewleta Tirk ewçend bi hêsanî bombeyan li gundê me dibarîne? Hikumeta Iraqê mîna her carê xwe bêdeng dike. Ji vê derê bang dikim; madem dewleta Iraqê nasnameya vî welatî xiste bêrîka me, wê demê çima guh nade ewlehiya mirovên li vê derê? Eger Iraq destûrê nede, kes nikare êrişî vê xakê bike. Lê belê bêdengiya Iraqê dibe sedema van êrişan."

Selam Hesen ku piştî êrişê çû cihê bûyerê têkildarî dema êrişê got, "Ez li salona sporê bûm. Saet derdora 2'an bû, piştî ku me deng bihîst derketin derve. Me dît ku agir bi wesayitekê ketiye. Em yekser bi alîkariyê ve çûn. Rewşa Merwan nebaş bû. Me yekser ew bir nexweşxaneyê. Me zarokên wî ji wesayitê derxist. Tiştek bi zarokan nehat, lê belê Merwan şehîd bû."