Xelkê Şengalê cenazeyê hevserokê xwe Merwan Bedel dispêre xakê
Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmekê tê veşartin.
Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmekê tê veşartin.
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel 7'ê Kanûnê bi balafireke bêmirov a biçek şehîd ketibû.
Cenazeyê Bedel îro serê sibehê ji Nexweşxaneya Şehîdan a Xanesorê hate wergirtin.
Ji bo bicihanîna rê û resmên olî, cenazeyê Merwan Bedel anîn mala malbata wî. Bi sedan kes li pêşiya malbatê li hev civiyan.
Girseya gel piştre li ber def û dirûşman bi konvoyekê ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve bir.
Xelkê Xanesorê dakete qadan û şehîdê xwe oxir kir.
Piştî ku cenazeyê Merwan Bedel gihaşt şehîdgehê, wê merasîmek bê lidarxistin.