Xelkê Şengalê 66 roj in xwedî li asayîşa xwe derdikeve

Konê xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê di roja 66'an de ye. Bi biryardariya parastina destketiyên Şengalê, pêkhateyên herêmê xwedî li asayîşa xwe derdikevin.

Konê berxwedanê ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan di roja 66'an de ye.

Çalakî bi pêşengiya jinan, her roj bi serdana şêniyên ji gund û bajarokên cuda yên Şengalê dewam dike. Jinên li qada çalakiyê li ser armanca xwe ji Jinnewsê re axivîn.

Fehîme Silêman got, "Li Şengalê gelek berdêlên giran hatin dayin û em ê jî xwedî li van berdêlan derkevin, em ê terka axa xwe nekin. Di dema fermanê de PKK hat vir û me ji kuştinê rizgar kir. Niha jî zarokên me li vir parastina me dikin û em ê jî xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê bê zanîn wê têkoşîna jin û dayikan bi ser bikeve. Em ê çalakiyên xwe bi biryar bidomînin."

Nûrê Şengal jî got, "Xelkê Şengalê bi hêza xwe û berxwedana xwe, hêzên xweparastinê YBŞ û YJŞ ava kir. Em li vir parastina wan dikin.

Sûat Silêman jî destnîşan kir ku heta asayîşa xwe bidin qebûlkirin wê li ber xwe bidin.