BI DÎMEN

Şandeya DEM Partî bi MPKE re rûnişt: Divê Tirkiye biryarên DMME’yê bi cih bîne

Trafîka dîplomasiyê ya şandeya DEM Partiyê didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari der barê hevdîtinan de agahî da û destnîşan kir ku divê Tirkiye biryarên DMME’ê bi cih bîne.

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo beşdarî civînên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) yên di navbera 30 Îlon û 4’ê Cotmeha 2024’an bên lidarxistin bibe, li bajarê Strasburg ê Fransayê rêzehevdîtin pêk anîn.

Di şandeyê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Peywendiyên bi Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiyê Siyasî Berpirsyar a DEM Partiyê Ozlem Gunduz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez di şandeyê de cih digirin.

Hevdîtinên 3 rojan a şandeyê bi dawî bûn. Şande di roja dawî de bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Alain Berset re hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk anî.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Cîgira Hevseroka Giştî ya ji Peywendiyên bi Rêxistinên Civaka Sivîl û Partiyê Siyasî Berpirsyar a DEM Partiyê Ozlem Gunduz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Berdevkê DEM Partî yê Ewropayê Eyup Doru û nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Faîk Yagizay tevlî hevdîtinê bûn.

TULAY HATIMOGULLARI: TIRKIYE DIVÊ BIRYARÊN DMME’Ê BI CIH BÎNE

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari der barê xebat û hevdîtinên xwe yên li MPKE’yê agahî dan û anî ziman ku ew bi Serokê MPKE’ê Pedro Agramunt, Serokê Komîteya Şopandinê ya Assamble, Serokê Koma Şopandinê ya Assamle, Dîrektorê Têkiliyên Siyasî û Derve ya KE’ê, Dîrektorê Giştî yê Mafên Mirovan û Karûbarên Hiqûqî yê KE’ê re hevdîtin pêk anîne. Tulay Hatimogullari ragihand ku Koma Çep ku di delegasyona fermî ya DEM Partiyê de cih digire jî beşdarî civîna meclîsê bûye.

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li gel pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê gelek pirsgirên weke Doza Kumpasê ya Kobanê û di Doza Geziyê de nepêkanîna biryarên DMME ji aliyê Tirkiyeyê ve anîne ser ziman. Hatîmogûllari bi vê boneyê bang li Tirkiyeyê kir û xwest biryarên DMME’yê bi cîh bîne.

Hatîmogûllari da zanîn ku qeyûmên ku tayînî şaredariyên DEM Partiyê hatine kirin, yek ji rojevên wan ên girîng e û wiha got: “Di serdema derbasbûyî de 2 car qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê hatibû kirin. Di vê serdemê de jî qeyûm tayînî Şaredariya me ya Colemêrgê hate kirin û hevşaredarê me niha di girtîgehê de tê girtin. Ev bêqanûnî ye, mafê hilbijartin û dengdanê yê welatiyan ji dest tê girtin.”

‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN BI PARÊZER Û MALBATA XWE RE HEVDÎTIN BIKE’

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku yek ji mijarên hevdîtinê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku nêzî 4 sal in agahî jê nayê girtin û wiha got: “Nêzî 4 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Destûr nayê dayîn ku bi malbat û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev rewşeke ku Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê binpê dike. Di heman demê de li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye ku Tirkiye jî alîgir e. Tê zanîn ku CPT berê çûye Îmraliyê û raporek amade kiriye, lê hê jî rapora xwe ji raya giştî re eşkere nekiriye. Me destnîşan kir ku Birêz Abdullah Ocalan divê hem li gorî qanûnên Tirkiyeyê û hem jî li gorî qanûnên navneteweyî ku Tirkiye alîgir e, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku yek ji mijarên herî girîng ên hevdîtinan mijara mafên mirovan û girtîgehan bû. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Mixabin li Tirkiyeyê ji ber rejîma zextê gelek binpêkirinên mafên mirovan ên cidî hene. Ciwan ji ber ku xwe li welat bi azad hîs nakin û bêpeşeroj hîs dikin neçarî koçberiyê dibin. Rojevên me yên di vî warî de çêbûn.”

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku xala herî girîng ku ew li ser rawestiyane, şerê ku dixwazin herêm û cîhanê bikîşînin di nav de ye û wiha got: “Me di hevdîtinên Konseya Ewropayê de ev peyam da. Pêwîstiya me bi têkoşîneke aştiyê ya mezin heye. Pêwîstiya hemû cîhanê bi aştiyê heye. Pêwîstiya pirsgirêka Kurd bi çareseriyeke aştiyane heye. Pêwîstiya Rojhilata Navîn, Efrîka, Kafkasya, Rûsya, Ûkranya û her herêmê bi aştiyê heye.”