Girtiyekî din nehate berdan û hate qetilkirin

Girtî Abdulkadîr Kûday ku li gel nexweşiya giran jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Metrîsê dihate ragirtin, nehate berdan û jiyana xwe ji dest da.

Abdulkadîr Kûday ku li gel nexweşiyên xwe yên giran jî nehate berdan, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da.

Birayê wî Salîh Kûday anî ziman ku kekê wî serê vê sibehê jiyana xwe ji dest da û malbat ji bo wergirtina cenaze wê bi rê bikeve.

Parêzer Tahîr Demîrcî ku 17'ê Îlonê serdana girtiyê bi nexweşiya giran Abdulkadîr Kûday kir, hişyarî dabû ku di her kêliyê de dibe ku agahiyeke nebaş bê û bang kiribû ku tavilê bê berdan.

Kûday rojên dawî gelekî kêm kiribû û daketibû binê 40 kîloyî. Kûday 10'ê Tîrmeha 2023'an krîza dil derbas kiribû û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) fikarên xwe parve kiribûn ku dibe ku careke din krîza dil derbas bike.

Parêzeran ji bo Kûday serledana berdanê kiribûn, di heman demê de daxwaza efûya Serokkomariyê kiribûn.

Di 3'ê îlonê de Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) daxwaza berdana Abdulkadîr Kûday û girtiyên din ên nexweş kiribû.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kiribû ku Kûday ji sedî 98 astengdar e û rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe, lewma hişyarî dabû.

Girtiyê siyasî Abdulkadîr Kûday ê li Mêrdînê hate binçavkirin û girtin, ji sala 2014'an û vir ve di girtîgehê de bû.

Bi îdîaya "Xerakirina yekaperbûna welêt û yekîtiya dewletê" û "kuştina mirov" Kûday dihate darizandin. Li gel ku delîlekî şênber tinebû jî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn û Dadgeha Bilind jî ceza erê kiribû. Doz çûbû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn lê belê nêzîkatiyeke xemsar dihate nîşandan.