BI DÎMEN

Li Bernê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

Li Kantona Bernê di çarçoveya kampanyaya “Tirêjên Rojê” de çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî” kampanyaya “Tirêjên Rojê” dabû dest pê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Kantona Bernê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Bahnhofplatzê hatin ba hev.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda hat lidarxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TekoJIN, aktivîsyên ciwanên şoreşger ên Swîsreyî û welatparêzên Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda Gulîstan Sadon daxuyanî da. Gulîstan Sadon bi bîr xist ku salvegera pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nêz dibe û wiha got: “Rêbertiya me nêzî 26 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye, em jî 26 sal in li qadan in û em ê li qadan bin. Heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê li qadan bin. Em nêzîkatiyek ji rêzê ya li dijî Rêberê xwe qebûl nakin. Rêbertiya me bi modela jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, îro ji aliyê gelên cîhanê ve weke fîlozofekî mezin tê qebûlkirin. Em ê weke jin li her derê azadiya Rêbertiya xwe biqîrin.”

Piştî Gulîstan Sadon, Dilbirîn Turgut li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew ê tu carî dev ji xeta Rêbertiyê bernedin.

Di çalakiyê de herî dawî li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê Parlementerê HDP’ê yê berê siyasetmedar Ferhat Encu axivî. Encu bi bî xist ku beriya 26 salan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployekî navneteweyî hate destpêkirin û der barê pêvajoya komployê agahî da.

Piştî axaftinan daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî bi zimanê Elmanî hat xwendin. Kurdistaniyan piştî axaftinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di tevahiya çalakiya rûniştinê de ku nêzî 2 saetan dewam kir, ji aliyê aktivîstan ve metnên çapemeniyê ya bi Elmanî ji kesên derdor re hatin belavkirin.

Çalakiya rûniştinê bi sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.