BI DÎMEN

Li pêşiya NY’ê tecrîda mutleq hate protestokirin

Kurdistaniyên ku ji Çileya 2021’an ve li pêşiya NY’ê ya li Cenevreyê çalakî li dar dixin gotin, “Heta ku Rêberê me azad nebe, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Çalakiya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye”,  her Çarşemê li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye çalakiya rûniştînê tê lidarxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de di şexsê gerîlayên HPG'ê Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Oguz) ên li dijî wezareta karên hundir a dewleta Tirk çalakiya fedayî kirin de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê Komîteya Amedekar a Çalakiyê Veysel Kuşkanadi daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ku di 9 Cotmeha 1998'an de bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Suriyê hat destpêkirin, hate şermezarakirin û hate destnîşankirin ku tê xwestin polîtîkayên înkar, îmha, qirkirin û dagirkeriyê ku 100 sal in li dijî gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin, bidomînin.

Kuşkanadi destnîşan kir ku sîstema tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî 26 sal in tê meşandin, di bin kontrola dewletên navneteweyî de hatiye pêkanîn û wiha got: “Dixwazin bi tecrîda mutleq Rêbertiya me ji gel qut bikin. Em Kurdistanî û dostên wan ku li dijî van polîtîkayan li qadan in, heta Rêbertiya me azad nebe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin