Li Manchesterê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin bibîranîn

Kurdistaniyên li Manchesterê li pêşiya Konsoloxaneya Iraqê li hev civiyan û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anîn û bêdengiya dewleta Iraqê protesto kirin.

Li bajarê li Manchester ê Îngiltereyê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, di roja 40’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û find hatin vêxistin.

Di çalakiyê de li ser navê rojnamevan û aktivîstên Kurdistanî yên li Ingiltereyê dijîn, nameyek radestî rayedarên Konsolosxaneya Iraqê hate kirin. Bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hember qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku peymanên di navbera hikumeta Iraqê û dewleta Tirk de xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê nake.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.