BI DÎMEN

Li Oslo û Frankfurtê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakî hatin lidarxistin

Li Oslo û Frankfurtê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta Oslo ya Norveçê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Stasyona Sentral stand hat danîn. Stand ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hate danîn û di serî de Norveçî gelek kesên ji gel û welatên cuda eleqe nîşanî standê dan û danezan û broşurên danasînê yên hatin belavkirin xwendin.

Hevserokê NCDK-OSLO’yê Andam Aso der barê çalakiyê de agahî da. Aso bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Em di çalakiyê de der barê Rêber Apo de agahî didin û nivîs û pirtûkên wî belav dikin.”

Li ser navê Platforma Jinên Kurd a Norveçê Ayser Yuce û aktivîsta KJAR’ê Mojgan Chapkar jî anîn ziman ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalna çalakiyên xwe mezin bikin.

Malbatên Şehîdan jî tevlî çalakiyê bûn.

FRANKFURT

Li Frankfurtê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî stand hate danîn. Çalakî ji aliyê Meclîsa Frankfurt û Meclîsa Jinê ve li Hauptwache hate lidarxistin. Di çalakiyê de danezana bi zimanê Elmanî ya ji aliyê KON-MED’ê ve hate xwendin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku erka her kesî ye ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve û ji bo meşa navendî ku wê bi pêşengiya jinan 9’ê Cotmehê di saet 15:30’an de û 12’ê Cotmehê bê lidarxistin, li herêma Frankfurtê helwestekî mînak raber bikin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên der barê tecrîdê de hate hilgirtin.