Xelkê Êlihê serdegirtina polîsên Tirk protesto kirin

Xelkê Êlihê bi daxuyaniyekî bertek nîşanî êrîşa li sr avahiya Rêxistina DEM Partî ya Êlihê dan û gotin wê li dijî bêhiqûqiyê têkoşîna rêxistinkirî ya gel bi ser bikeve.

Polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê de girtin. Di dema serdegirtinê de ajandayên jinan hatin desteserkirin. Wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz û jinên din ên hatine qetilkirin, avêtin erdê. Xelkê Êlihê bi daxuyaniyekî girseyî êrîş protestp kirin. Parlementera Dem Partî ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, Endamên Meclîsa Şaredariya Êlihê, Endamên Meclîsa Giştî ya bajêr û gelek kes tevlî daxuyaniya ku li avahiya bajêr hat lidarxistin bûn.

Daxuyanî bi strana “Berxwedan xweş doz e” û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zext nikarin me rawestînin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” destpê kir. Destpêkê Hevserokê Rêxistina (DEM Partî) ya Êlihê Mustafa Mesut Tekîk mafê axaftinê girt. Tekîk anî ziman ku AKP-MHP di polîtîkayên şer de israr dike û got: “Ez li vir bang li rayedarên welat dikim; hûn tu car nikarin me ji rêya me bikin.”

‘HEWL DIDIN ME TERORÎZE BIKIN’

Tekîk diyar kir ku serdegirtina li ser avahiya partiyê nehiqûqî ye û wiha berdewam kir: “Di lêgerînê de dest danîn ser kovarên me yên çandî, hûnerî û wêneyên hevalên me yên ku di têkoşîna demokrasiyê de hatine qetilkirin. Dixwazin li vir me terorîze bikin, dixwazin weke avahiyeke ku sûc dike nîşan bikin. Lê yên vê fermanê dane divê bizanibin ku ji aliyê gel ve tu encam bi dest naxe. Em ê tu carî serî netewînin. Weke hunermedê mezin ê Kurd Yilmaz Guney dibêhe, ‘Em ê teqez bi ser bikevin’. Em ê serî li ber zextan netewînin.”

‘WÊ DÎSA WINDA BIKIN’

Parlementera Dem Partî ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş berteş nîşanî bêhiqûqiya heyî da û anî ziman ku desthilat di bêhiqûqiyê de israr dike.

Sebahat Erdogan Saritaş diyar kir ku desthilat hilbijartinan qebûl nake û wiha got: “Gel di 31’ê Adarê ji xwîn, kaos û bêhiqûqiyê re got bese. Ev polîtîkaya we rizî, gel jî ev yel piştrast kir. Êrîşên li dijî meşa azadiya gelê me ne rewa ne. Çawa ku duh winda kir, wê îro jî winda bike. Polîtîkaya bêhiqûqiyê çawa ku 40 sal in winda dike, duh jî winda kir, wê sibê jî winda bike. Wê têkoşîna me ya rêxistinkirî bi ser bikeve, gel wê bi ser bikeve.”