Xebatên HDP’ê yên li Wanê bê navber dewam in

Xebatên hilbijartina xwecihî ya li Wanê dewam dikin. Namzetên bi eleqeyek mezin ji aliyê gel ve tê pêşwazîkirin, ji bo 31’ê Adarê peyamên serketinê dan.

EBEX

Li navçeya Ebexê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin Mûstefa Avci û namzetên hevşaredariyên navçeyê Farûk Demîr, Leyla Asak bi esnaf û rêxistinên civaka sivîl re civiyan.

Eleqeyek mezin ji bo HDP’yiyên hate nîşandan. Esnafan anî ziman ku 31’ê Adarê wê j bo Wanê û Tirkiyeyê girîng bû, wê di vê hilbijartinê de şaredariya bigirin.

Namzet piştî serdana esnafan serdana desteya rêveber a Odeya Ziraetê ya Ebaxê kirin.

Piştî serdanê namzetên hevşaredariyê serdana buroya hilbijartinê kirin.

SERAY

Li Serayê Namzetên Hevşaredariyê ya HDP’ê Caziye Dûman û heyeta li gel, li taxa Şerefxane serdana gel û esnafan kirin. Caziye Dûman a serdana jinên ku nanê tenurê çêdikir, li gel jinan nan çêkirin.

ŞAX

Namzetên hevşaredariyê ya Şaxê Esra Babûr, Mûrat Bozdemîr li gel Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû ku qeyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin li taxa Xaviştan, Bere Duquh bi gel re civiyan.