Xebatên HDP’ê didomin: Bi dengekê gelek tişt tê guhertin!

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê didomin. Bang li hilbijêran hate kirin ku piştgiriyê bidin HDP’ê.

ŞIRNEX

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li navenda Şirnex û Êlkê têkildarî zextên li ser gel li avahiya HDP’ê ya bajêr civînek lidarxist û daxuyaniyek da çapemeniyê. Namzetên hevşaredariyê Nûrcan Altukr û Hîşar Osal beşdarî civînê bûn.

Ozguneş diyar kir ku li ser hilbijêrên Elkê zextek giran heye û got Qeymeqamê Êlkê, dozger û amirê emniyetê bi hevre li malan digerin û gef li xelkê dixwin.

Ozguneş got; “Polîs gef li xebatkarên wesayîtên servîsê yên HDP’ê dixwe. Cezayên cûda didin. Bi taybet gefa girtinê li jinan dixwin.”

ÎDIR

Rêxistina HDP’ê ya Îdirê bi tevlîbûna Parlamenetera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay li avahiya partiyê semînera mijara “Hilbijartin û Tecrîd” li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk, namzetên hevşaredariyê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş û rêveberên navçe û bajaran beşdarî semînerê bûn.

Kemalbay bal kişande lser berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tê kirin û got; “Berxwedan wê tecrîdê parçe bike. Divê em dengê xwe bilind bikin. Îradeya gel wê li Kurdistanê jiyanê biafrîne.”

Piştî semînerê Kemalbay û HDP’yiyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana dikandar û malan kir. HDP’yiyan ji bo mîtînga Newrozê ya 29’ê Adarê belavok li gel belav kirin.

SÊRT

Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Sêrtê Serdar Batûr got; “Bi dengekê gelek titş tê guhertin. Bi dengê şaredarî tê qezenç kirin. Encumen û bajarekê diguherîne.”

Batûr bang li hilbijêrên Sêrtê kir û got hilbijêr dikarin li ser reqema telefonê 05452422156 têkilî bi Komîsya Hilbijêrên Tevgerê re bikin. Batûr got ji bo veguhestina hilbijêran amadekarî kirine û hilbijêr dikarin serî li rêxistina HDP’ê ya bajêr bidin.

WAN

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci û namzetên hevşaredariya Payîzava Rojbîn Akdag û Kemal Guler serdana dikandarên Payîzavayê kirin. Gelek eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan û HDP’yiyan gel vexwend mîtînga sibê ya li Beşyolê.

Mûstafa Avci û heyata pêrê li buroya hilbijartinê ya HDP’ê bi gel re civiya û serdana dikandaran kir.

Namzetên hevşaredariya Şaxê Esra Babûr û Mûrat Bozdemîr û rêveberên HDP’ê ji bo mîtînga sibê belavok belav kirin û gel vexwendin mîtîngê.

RIHA

Xebatên rêxistina HDP’ê ya bajêr didomin. Namzeta hevşaredariya navçeya Serêkaniyê Narîn Gezogr û parlametera bajêr Ayse Surucu li Taxa Eyşok bi jinan re civiya.

Gezgor got sibeha 1’ê Nîsanê ew ê şaredariyê radestî gel bikin û berxwedêrên li dijî tecrîdê silav kir û got; “Tecrîda li ser rêzdar Ocalan tê wateya welat ber bi taribûnê ve birinê.”

Parlamenter Surucu jî got; “Divê em dawî li desthilatdariyê bînin. Serî de erkeke mezin dikeve ser milê jinan û ciwanan. Di 4 rojên dawî de divê em seferber bibin. Roja roja namûs û şerefê ye.”

MALBATA BÛKARKÎ: EM Ê DESTEKÊ BIDIN HDP’Ê

Piştgiriyên ji derdorên cûda yên ji bo HDP’ê didomin. Malbata Bûkarkî gotin ew ê xwedî li mîrasa bapirên xwe derbikevin û 31’ê Adarê dengê xwe bidin HDP’ê.

HDP WÊ BI 60 HEZAR ERKDARAN SINDOQAN BIPARÊZE

HDP’ê ji bo ewlehiya sindoqan herî kêm 60 hezar endamên destyê erkdar kir. HDP wê roja hilbijartinê bi 2 hezar parêzeran wê di cih de mudaxeleyî binpêkirinên mafan bike.

Endamê Komîsyona Hiqûqê yê HDP’ê û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştî Tiryakî mijara ewlehiya sindoqan nirxand û ji bo ewlehiya sindoqan banga peywir girtinê li gel kir.

LI ANTALYAYÊ LI DIJÎ ‘BELAVOKA KORSAN’ NERAZÎBÛN

Li aliyê din duh ji aliyê komekê ve belavokên “Ev serhildanekî ya gel e” ku bi îmzeyên HDP, CHP, IYÎ Partî û SP’ê yên bi korsan hatin belav kirin. HDP’ê nerazîbûn nîşanî belavokê da. Hevserokê HDP’ê yê Antlay Mûhsîn Taşar li avahiya partiyê daxuyanî da û got; “Bi derew, gef û sînevîzyonan nekarin titşek bikin niha li ser navê partiyê belavokên korsan belav dikin û provakasyonan dikin. Ev belavoka korsan nîşaneya tirs û têkçûna wan ya 31’ê Adarê ye.”