Wezneya Şaredariya Qersê jî li ber heczkirinê ye

Diyar bû ku ji ber sedema 500 milyon lîre deyn ê şaredariya Qersê ya MHP'ê hemû mal û milkê şaredariyê û dahata wê li ber heczkirinê ye. Ji ber deynan dest li ser wezneya şaredariyê jî danîn

Diyar bû, ji ber sedema 500 milyon lîre deyn ê şaredariya Qersê ya MHP'ê hemû mal û milkê şaredariyê û dahata wê li ber heczkirinê ye. Ji ber deynan dest li ser wezneya şaredariyê jî danîn. Ji ber sedema deynên wê beriya niha elektrîk ji ser avahiya wê ya xizmetê hate qutkirin, wezneya wê hate desteserkirin. Piştî ku namzetê hevşaredariyê yê Qersê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen got, dema ku wan şaredarî dewr standin ew ê li deynan vekolin, ew ê deynên ku ne di ber xizmeta rastîn de, nedin,  di hesabên şaredariyê de hecz zêdetir bû.

Piştî daxuyaniya Bîlgen hecz hate ser dahata rojane ya şaredariyê û wezneya wê. Tê gotin Şaredarê Qersê yê MHP'ê Murtaza Karaçanta bi mehan e mehmiza xebatkaran nade, bi milyonan lîreyên ku ji Benqeya Bajaran standî li alîgirên xwe belav kiriye. Şaredarê MHP'yî ku 5 salan ti xizmet nedayî gelê Qersê, dahata wê ya ku salê nêzî 100 milyon lîre ye, winda ye. Gelek mal û milkên şaredariyê yên hilnegir 5 salan bi bihayekî erzan firotin alîgirên xwe.

HDP JI QERSIYAN RE BÛ HÊVÎ

Welatiyên Qersê ku ji Şaredariyên AKP-MHP'ê bêzar bûne desteke mezin didine namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca. Hevşaredar dema ku diçine kûderê gel bi rengê mîtîngan wan pêşwazî dike. Gelê Qersê dibêje HDP jibo Qersê bûne hêvî.

'ŞAREDARIYA QERSÊ DI NAV GENDELÎ Û GILÊŞÊ DE MAYE''

Cevdet Çagrıtekîncî dibêje gelek pirsgirêkên mezin ên Qersê hene, behsa gendelî û nelirêtiyan kir, got, heta niha kî hatibe ser şaredariyê tenê ji bo xwe û malbata xwe xebitîne. Çagritekîncî got niha ti tiştekî şaredariyê nemaye, hecz hatiye ser hemû tiştên Şaredariya Qersê ya MHP'yî, bajar di nav gilêşê de maye, bi mehan e nayê paqijkirin.

'DI HILBIJARTINA XWECIH DE GELÊ QERSÊ WÊ BIBÊJE HDP'

Kaya Naykî yê Ezcakar jî got 31'ê Adarê gelê Qersê wê fîşa MHP û AKP'ê bikişîne, gel bi kelecanî li benda Şaredariya Qersê ye û got, ''Şaredariyeke ku ev qasî ketî nav çirava deynan de, li ti şaredariya Tirkiyê tiştekî wiha tine. Wezneya şaredariyê jî hecz hatiye ser. Ev qas dahata şaredariyê heye, çi ji vê dikin? Meaşê karkeran jî nadin. Em gelê Qersê rêveberiyeke wiha naxwazin. Ji bo vê di hilbijartina 31'ê Adarê de em ê bibêjin HDP.''