BI DÎMEN

'Werin em tecrîdê bişikînin'

Dayikên girtiyan ên li Amedê di Nobeda Edaletê de ne, diyar kirin ku ew tecrîdê qebûl nakin û gotin, "Îmrali rêya aştiyê ye."

Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda girankirî de ye û ev 34 meh in tu agahî jê nayê stendin, ji aliyê malbatên girtiyan ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Her roj malbatên girtiyan ên nû tevlî nobedê dibin ku nobed di 4'ê Kanûna 2023'yan de li Amedê dest pê kir. Dayik tevî hemû nexweşiyên xwe dîsa jî tên nobedê.

Nobed li avahiya Rêxistina Navçeya Rezanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê girtin û nava rojê de gelek seredan çêdibin. Dayikên girtiyan diyar kirin ku tekane daxwaza wan şikandina tecrîdê ye.

RÊYA AŞTIYÊ ÎMRALÎ YE

Halîme Topuz bi silavkirina Abdullah Ocalan û tevahiya gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir û anî ziman ku gelê Kurd ev 25 sal in ji bo heman daxwazê li ber xwe dide û axaftina xwe wiha domand: "Dema ku 25 salan beriya niha  Rêber Apo hate girtin, hemû Kurdistanî daketin kolanan. Gelê Kurd tu carî esareta Rêber Apo qebûl nekir û îro jî bi heman awayî vê yekê qebûl nakin. Her çend 25 sal derbas bûn jî em vê daxwaza xwe didomînin. Em dixwazin deriyên Îmraliyê bên vekirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin. Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê li hemû cîhanê heye. Heya ku tecrîd ranebe aştî nayê van xakan. Tecrîd li ser xwezayê jî heye, tecrîd li ser hemû gelan jî  heye, tecrîd li ser çand, ziman, hunera me jî heye û tişta herî girîng aştî jî di bin tecrîdê de ye. Rêya aştiyê Îmralî ye.  Bila Erdogan wan deriyan veke û bi Rêber Apo hevdîtinê bike."

EM NASNAMEYA XWE DIXWAZIN

Halîme Topûz anî ziman ku gelek nexweşiyên wê hene, tevî vê yekê jî her roj tê çalakiyê û got, "Em ji bo Birêz Ocalan û ji bo xatirê zarokên xwe li vir in. Em nikarin li malê bimînin, mîna ku dîwar bi ser me de tên. Hatine vê derê, qîrîna dirûşman jî ji rûniştina li malê çêtir e. Banga min li hemû dayikan, hunermend, nivîskar û siyasetmedaran e; werin ji bo saetekê jî be bi me re li vir rûnên. Bi me re li ber vê zilmê rabin, em tecrîdê bişikînin. Em tenê daxwaza rakirina tecrîdê û nasnameya xwe dikin. Zarokên me di greva birçîbûnê de ne, em naxwazin tiştek bi zarokên me bê. Bila êdî dilê dayikan neşewite. Em êdî çareseriyê dixwazin. Dixwazin li warê xwe bi rengekî azad bijîn. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. CPT çû û dît, lê daxuyanî neda. Bû hevparê zilmê. Bila êdî me nexapînin. Bila wan deriyan vekin, bila aştî bê Kurdistanê û Tirkiyeyê."

EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN

Xizma girtiyan Emîne Al jî got, "Tecrîd nîşaneya herî mezin a dijminatiya li gelê Kurd e" û xwest, dawî li tecrîdê bê anîn, aştî û azadî bê Kurdistanê. Emîne Al bang li dayikan hemûyan kir û anî ziman ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û got, "Em li vir ne di greva birçîbûnê de ne, em di nobeda edaletê de ne. Bila bêedaletiya ku 25 sal in dewam dike, bid awî bibe. Tecrîda li ser Rêberê me û me hemûyand ewam dike. Em nikarin li gorî dilê xwe biaxivin, em nikarin li mala xwe jî bi rehetî rûnên. Tecrîd li ser me hemûyan e. Em dixwazin ku dayik hemû tevlî bibin. Bila ji bo zarokên xwe bên, li vê derê bi me re rûnên. Bila li ber tecrîdê rabin. Em tecrîdê qebûl nakin. Em ê tecrîdê bi têkoşîna xwe bişikînin. Tecrîd sûc e. Ji bo çalakiya xwe em piştgiriya her kesî dixwazin."