'Werin em rojnamevanan ji zindanan derxin'

ÎRA rapora xwe ya meha Tebaxê eşkere kir û diyar kir ku di vê mehê de 14 rojnamevan hatin  girtin, 30 rojnamevan hatin binçavkirin, 180 rojnamevan di zindanê de ne û 3 saziyên çapameniyê hatin girtin.

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) têkildarî zext, zordarî, girtin, binçavkirin û binpêkirinên mafan ên li ser çapemeniyê yên li Tirkiyeyê rapora ku amade kiribû,  li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li darxist. Endamê ÎRA Hakî Boltan rapora kurdî û ya tirkî jî Edîtora Rojnameya Şûjin a bi biryarnameyê hate girtin Sîbel Yukler xwend. Gelek rojnamevan beşdarî civîna çapemeniyê bûn. 

Endamê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakî Boltan diyar kir ku li Tirkiyeyê zext, zorî, binpêkirinên mafan ên li ser çapemeniyê zêde bûne û di asta jor de pêk tên.

Boltan da zanîn, ku di vê mehê de 14 rojnamevan hatin girtin û wiha axivî: "Di cîhanê de li welatên ku karnameya wan a binpêkirina mafê rojnamevanan herî xirabe di salek de ewqas rojnamevan nehatin  girtin. Lê li Tirkiyeyê ev di mehekê de pêk hat. Girtinên  rojnamevanan bûye bûyerên ji rêzê. Lîderên cîhanê ji bo sererastkirina binpêkirina mafan zext û însiyatîfa xwe bikar naynin. Carna bi telefonê, carna bi peyam û daxuyaniyan bang dikin û dixwazin Serokomarê Tirkiyê Erdogan rojnamevanê welatiyên wan serbest berdin. Ev rêbaz û helwest ne ya qebûlkirinê ye. Di nava hukmê zagonên navneteweyî de hemû rojnamevan mîna hev in. Divê derfet û hêza navneteweyî çi bi bang û peyaman, çi jî bi telefon û dîplomasiya rû bi rû ji bo jiholêrakirina binpêkirina mafên rojnamevaniyê ya li Tirkiyeyê bê bikaranîn."

180 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE 

Boltan anî ziman ku îro li girtîgehên Tirkiyeyê 180 rojnamevan girtî ne û wiha got: "Ev tablo ji bo desthilatdariyê divê cihê şermezariyê bûna. Lê desthilatdarî girtina ewqa rojnamevan ji bo xwe cihê şanazî û serkeftinê dibîne. Rojnamevanî ne sûc e û em rojnamevan in. Bi girtina rojnamevan ne kêm dibin û ne jî diqedin. Bêhtir zêde dibin. Ev di rewşa Tirkiyeyê ya dawî de jî li ber çavan e."

REWŞ NEHAT GUHERTIN 

Boltan dest nîşan kir ku encama di vê raporê de derketî holê hin pêşbîniyên ku wan di rapora meha Tirmehê de diyar kiribûn pesend dike û wiha bilêv kir: "Me di rapora meha Tîrmehê de diyar kiribû ku hemû rojnamevanên ku di nav mehekê de hatin girtin rojnamevanên Kurd. Di vê mehê de jî ev wisa bû. Ji bilî rojnamevanên ku di operasyona Baylokê de hatin girtin,  hemû rojnamevanên din Kurd in. Bi girtina rojnameya rojane ya Kurdî ku li Tirkiyeyê derdikeve bê tehemûliya li dijî çapameniya herî jor e û ev pêk hat. Yekane rojnameya rojane ya Kurdî Rojeva Medya, rojnameya jinê Rojnameya Şûjin û Ajansa Dîhaber hatin girtin. Ev helwesta bêyom helwesta hemû desthilatdarên Tirk ên hatin û çûne ye."

BANGA XWEDÎ DERKETINA LI ROJNAMEVANAN

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) rapora xwe ya meha Tebaxê bi van sernavan pêş kêş kir:

"180 rojnamevan di zindanê de ne.

30  rojnamevan hatin binçavkirin.

14  rojnamevan hatin girtin.

2 rojnamevan hatin berdan.

4 sîteyên nûçeyan 14 car ji aliyê BTK’ê ve hatin qutkirin.(5 car demokrasî, 5 car sendîka.org, 3 car Dîhaber û carek jî Rojeva Medya 1.) 

3 saziyên çapameniyê hatin girtin. 

14 rojnamevan hatin darizandin.

1 rojnamevan dest dan ser pasporta wê û qedexeya derketina derve dan ser wê.

Rojnameyek bi Kurdî dest bi weşanê kir.

1 rojnamevanek hat kuştin. (Ev rojnamevan li paytexta Danimarka Kopenghangê hat kuştin. Polîs cenazeye wê yê serê wê jêkirî dît. Di DNA’ya testê de cenaze û rajnamevana bi navê Kim Wall’ê li hev dike. Em bi hestên hevkariya pîşeyî desteka xwe ji saziyên çapameniya Danîmarkayê re dişînin û ji malbata rojnamevan Kim Wall’ê re û ji camiyeta rojnamevanên Danîmarka yê re sarsaxiyê dixwazin."

Însiyatîfê di dawiya rapora xwe de banga 'werin bi hev re rojnamevanan ji zindanan derxinîn û  rojnamevanan li Tirkiye azad bikin', kir.