Welatiyên Şengalê li dijî êrîşên çeteyên PDK’ê daketin kolanan

Welatiyên gundê Borik ê girêdayî Sinûnê li dijî êrîşên komên çete yên bi ser PDK’ê ya li ser Xanesorê çalakiyek lidar xist û gotin ku ew ê heta dilo xwîna xwe ya dawî li berxwe bidin.

Welatiyên Borik îro li lidijî êrîşa çeteyan a li ser Xanesorê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Li ser navê girseya ku jin, ciwan û pîr jî di nav de hebûn, Endamê Komîtiya Ciwanên Borik Ecez Êzîdxan daxuyanî xwend. 

Ecez Êzîdxan wiha got: “Di 3’yê Tebaxê te plana jiholêrakirina ola Êzdayetiyê hatibû çêkirin û çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, lê berxwedaniyek mezin hat nîşandan û plan têk çûn. Lê belê planên qirêj ên li ser civaka Êzidî didomin. Niha jî piştî serdana Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê planeke nû li ser destkeftiyên civaka Êzidî hat çêkirin. Di 2’yê Adarê de çeteyên Tirkiye û ENKS’ê bi piştgiriya PDK’ê êrîşî civaka Êzidî kirin. Em wekî welatiyên Borik vê êrîşê şermezar dikin û dibêjin, çi dijmin bi çi rengî êrîşî ser axa me û ola me bike, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe liberxwe bidin.”

Di çalakiyê de Endama Komîteya Jinên Borik Dayik Tekuz û Endamê Komîteya Hiqûq û Edaleta Borik Mam Bijar Zamo jî axivîn û êrîşên li ser herêmê şermezar kirin. Di axaftinan de her wiha banga bilindkirina têkoşînê jî dan.