Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Rêber Apo re bi dawî bû
Hevdîtina 2,5 saetî ya Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi Rêber Apo re bi dawî bû.
Hevdîtina 2,5 saetî ya Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi Rêber Apo re bi dawî bû.
Şande ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol pêk tê. Tê payîn ku têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî were dayîn.
Hevdîtin beriya hefteyeke welê pêk hat ku têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd geşedanên krîtîk biqewimin.
Tê payîn ku di dewama pêvajoyê de Şandeya Îmraliyê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.
Her wiha tê payîn ku di çarçoveya daxuyaniya ku rojên pêş ji aliyê Rêber Apo ve were dayîn de, komeke gerîlayên PKK’ê li Herêma Federa ya Kurdistanê merasîma çek danînê lidar bixin.
Berê jî, Rêber Apo 18’ê Gulanê bi rêya şandeya ku çûye Îmraliyê daxuyanî dabû û gotibû: “Pêdivî bi peymaneke civakî ya nû heye.”
Ji dema ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd jinûve destpê kirin û vir ve, Şandeya DEM Partiyê 6 hevdîtin bi Rêber Apo re pêk anîn.