Welatiyên Asayîşa PDK’ê li Hewlêrê destgîrkiribûn hatin berdan

Welatiyên di dema çalakiya protestokirina êrîşên Tirkiye yên ser Herêmên Parastina Medyayê, Mexmûr û Şengalê de aliyê PDK’ê ve hatibûn astengkirin, hatin berdan.

Di saetên êvarê de welatiyên Hewlêrê ji bo protestokirina êrîşên Tirkiye yên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal, Bradost, Qendîlê xwestin li ber avahiya NY çalakiyek bikin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin.

Hêzên PDK’ê yên ne hiştin welatî dagirkeriya Tirk şermezar bikin, mûdexeleya xwepêşandanê kir û di encama destwerdanê de ji çalakvanan bavê Şehîd Başûr Mam Hadî, çalakvanê siyasî Hawrê Kurdî, Hevserokê Tevgera Azadî Eyup Hamîd, Endamê Encûmena Tevgera Azadî ya Hewlêr Savan Sîrwan, Endama Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr Mizgîn Arî, Endamê Mekteba Siiyasî ya Hîzba Şûî Hîwa Umer û hevjîna wî, endamê Hîzbî Şûî mamoste Mexdîd, gelek endamê Hîzbî Şûî û 7 welatiyên Bakurê Kurdistanê ku navê wan nehate zanîn bi giştî 45 kes hatibûn destgîrkirin.

Li gorî gahiyên ku ji Nûnertiya HDP’ê hatiye girtin, li ser israr û hewldana wan welatiyên hatibûn destgîrkirin, di saetên şevê de hatin berdan.