Welatiyên Êzidî: Divê Êzidî li ber êrîşan bê helwest nemînin

Welatiyên bajarokê Sinûnê diyar kirin di bin van êrişên dewleta Tirkiyê de komsepteke navdewletî heye û divê gelê Ezidî li hemberî van êrîşan bi vîn û helwestên xwe bêdeng nemînin.

Welatiyên bajarokê Sinûnê êrîşên dewleta Tirk a di serî de li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û bang li civaka Êzidî kirin ku bibin xwedî helwest.

‘DIVÊ ÊRÎŞÊN LI SER AXA ME YA KEVNAR NEYÊ QEBÛLKIRIN’

Welatiyên Êzidî yê bi navê Dexîl Lifa têkildarî êrîşa li ser tevahiya Kurdistanê şermezar kir û got: “Divê ev êrîşên nemeradane û xayînan li ser axa kevnar a Şengalê bi çi awayî nayê qebûl kirin. Gelê me dixwazin ji wan kampê başûr derkevin û Şengalê avdan bikin. Lê ji alyê dewleta Tirk û hevkarên wê yên xayîn bi her şêwazî vîna wan a xwe rêvebirinê tê asteng kirin. Divê li hemberî van êrîşan gelê Ezidî xwe bikin yek.”

Xerîbe Bapîr jî êrîş şermezar kir û got: “Em gelê Ezidî vê êrîşa li ser axa me bi tundî şermezar dikin. Divê gelê bê navber li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.”

‘DEMA GOTINÊ QEDIYA, DEMA BERXWEDANÊ YE’

Welatiyekî din jî yê bi navê Sermet Selîm jî axivî û wiha got: “Her dema ku gelê Ezidî dixwaze bi vîna xwe mala xwe rêbixe ji aliyê dewleta Tirkiye ve tê bombardomankirin. Di bin van êrîşan de pîlaneke siyasî yê navdewletî û xayînane heye. Gelê Ezidî divê li hemberî van êrîşên li ser Şengalê bê helwest nemînin û vegerê li ser axa xwe. Ne dema gotina ye, dema berxwedana Şengalê ye.”