Wekîlên HDP’yî çûn serdana welatiyên Sûrê

Parlementerên HDP’ê û Platforma Sûrê, çûn serdana gelê Sûrê yên ku bi bendan hatine dorpêçkirin û tevî hilweşînê li ber xwe din û malên xwe naterikînin.

Platforma Ji Hilweşandina Sûrê Re Na û Parlementerên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Sîbel Yigîtalp, çûn serdana malbatên li taxa Alîpaşa û Lalebeyê yên ku li dijî hilweşandinê li ber xwe didin û malên xwe naterikînin. Platform û parlemeterê ku malbat yek bi yek ziyaret kirin, guh dan daxwazên welatiyên Sûrê yên li dijî hilweşandinê.

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a piştre daxuyaniyek kurt da, nerazîbûnên tûj nîşanî taxên ku ev 3 roj in bi benda hatine dorpêçkirin da û diyar kir ku dixwazin bi bendan Sûrê û gel ji hev cuda bikin. Beştaş destnîşan kir ku li Sûrê gel li dijî hilweşandinê hêrsekî wan a mezin hene, didin diyar kirin ku naxwazin malên xwe biterikînin. Beştaş wiha got: “Çawa ku gel li Carettepe, Geziyê li dijî kiryarên hatin kirin rabûn, gelê Sûrê jî li dijî hilweşînê heman nerazîbûnê nîşan dike.

'SÛR CIHÊ KU HER KES NEFES DIGRE YE'

Beştaş diyar kir ku AKP dixwaze li ser Sûrê, gelek pereyan qezenç bike û ji bo pereyan dîrokekî, çandekî û tûnekirina nasnameyekî ji xwere kiriye hedef. Beştaş wiha got:"Dibe ku ji bo wan ti îfadeya Sûrê nebe, lê belê ji bo me dîroka me, çanda me û nasnameya me ye. Cihê ku em hemû lê nefesê digrîne. Paşeroja me ye, em destûr nadin ku paşeroja me were hilweşandin. Bila hilweşandin raweste."

'DAWÎ LI CUDAKARIYÊ BÎNIN'

Beştaş bang li kesên li dijî hilweşandina dîrokê li ber xwe didin kir û wiha got; "Eger ku ev hilweşandin li Stenbol, Îzmir an jî cihek din bûya. Ev qas bêdeng ne diman. We yê deng bidaya. Ji ber ku Sûr e hûn bêdeng dibin. Dawî li vê cudakariyê bînin. Li dijî kesên ku dîrokê tine dikin em bibin yek deng."