Wekîlên HDP'î li gundê Mişrefê lêkolîn kirin

Wekîlê HDP'î li gundê Mişref ê ser bi navçeya Licê lêkolîn kirin, ku helîkopterên artêşa Tirk duh bi şev gule lê reşandibûn.

Helîkopterên leşkerî yên Tirk, duh bi şev gule li gundê Mişref ê ser bi navçeya Licê ya Amedê reşandibûn. Leşkerên Tirk rêyên gund girtin û li gund derketina derve hate qedexekirin. Bûyer, dema ku gundiyan bi rêya medya civakî banga alîkariyê kirin, hate bihîstin. Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn. Heyetek ji wekîlên HDP'ê danê vê sibehê berê xwe da gundê Mişrefê û lêkolîn lê kir.

Wekîlên ku bi gundiyan re axivîn, wê saet di 14:00 de li avahiya HDP'ê ya bajarê Amedê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.