Wehşeta dewleta Tirk a li Licê: Diranê sivîlê birîndar rakirin!

Tê gotin, Celal Yildirim ê li gundê Mişrefê yê Licê ji ber guleyên ji helîkoptera leşkerî hatin reşandin bi giranî birîndar bû, diranên wî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine rakirin. Walî jî gundî wekî "hevkar" pênase kir.

Li gundê Mişrefê yê navçeya Licê ya Amedê duh bi şev, helîkopterên artêşa Tirk gule li gundiyan reşandibû. Ji ber vê êrîşê Celal Yildirim bi giranî û Munîr Serîn jî bi sivikî birîndar bûbûn. Birîndar rakirin Nexweşxeya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî. Lê hê jî rewşa tenduristiyê ya Yildirim giran e.

KURÊ WÎ KIRIN BINÇAVAN

Yildirim li beşa lezgîn de di bin çavderiya leşker û polîsan de ye. Nahêlin malbata wî jî biçe serdanê. Kurê Yildirim Bedran Yildirim jî hat binçavkirin. Malbat der barê binçavkirinê de agahdar nekirin. Munîr Serîn ê di êrîşê de birîndar bû, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

'DEMA BIRÎNDAR BÛ ÊŞKENCE LÊ KIRIN'

Ferdên malbatê yên li ber nexweşxaneyê radiwestin, der barê rewşa birîndaran de agahî dan û ev tişt gotin: "Dema Celal û Munîr birîndarî tên girtin, leşker û polîs êşkenceyê li wan dikin. Rû û pişta wan werimî ye. Ev tiştên sosret in. Diranên Celal rakirine û êşkence li wî kirine. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Celal sivîl e û bavê 13 zarokan e çawa dibêjinn terorîst e?" 

HDP'Ê HEYET ŞAND

Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî li gund serlêdana xwe bi dawî kir, wê saet di 14.00'an de li avahiya partiya xwe ya li Amedê daxuyaniyê bide.

WALIYÊ TIRK DÎSA DEREW KIR

Waliyê Tirk ê li Amedê jî wekî Waliyê Tirk ê li Colemêrgê bi daxuyaniyên ku dan, dîsa derewên sosret kirin. Walî eşkere kir ku kesên hatine gulebarankirin, "Hevkar in" û ew bi tewanbariya "terorê" sûcdar kirin. Walî da zanîn ku li herêmê hin endamên rêxistinê jî hatine kuştin. Îdia kir ku gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.