Wê Kaxizman bi HDP’ê nûjen be

Li Kaxizmanê ku yek ji devara qet xizmet lê nehatiye kirin, namzedên hevşaredariyê yên HDP’ê M. Emin Aras û Gogercin Aras diyar kirin ku bi nûnertiya wekhev a gelê Kaxizmanê û feraseteke ku hêza jinê li pêş digire wê bi nûjeniyeke nû li Kaxizmanê xizmet b

Namzedên hevşaredariya navçeya Kaxizman a Qersê M. Emin Aras û Gogercin Aras, gotin heke hilbijartinê qezenç bikin wê xizmeta heta niha nehatî kirin, bikin. 

‘EM Ê KEDA JINÊ LI BIDIN PÊŞ’

Namzeda hevşaredariyê Gogercin Aras diyar kir ku wê bi pergala hevserokatiyê ya HDP’ê, li dijî hişmendiya koledariya jinê têkoşîn bikin. Aras got, “Bi vê modelê em ê destkeftiyên jinê yên heta nina jê hatine dizîn, radestê wê bikin.

Heke em bikarin mêtîngeriya li ser jînê bişîkînin û vê li cîhanê bidin fêmkirin, wê jin; di kesayetiya jinê de jî civak bigihije mafên xwe yê nûnertiya wekhev û demokratîk.”

‘EM Ê JI BO JINAN XEBATAN BIMEŞÎNIN’

Aras diyar kir ku wê di bin sîwana şaredariyê de ji bo ku jin di jiyana sosyal û ekonomîk de aktîf cih bigirin wê xebatên pîşeyî bikin ku jin aboriya xwe ew bi xwe bi keda destê xwe û bi berên xwe pêk bînin. 

‘EM Ê ŞAREDARÎGERIYEKE ZELAL, TEVLÎGER DEMOKRATÎK PÊK BÎNIN’

Hevnamzedê şaredariya Kaxizmanê yê din ê HDP’ê M. Emin Aras, diyar kir ku gelê Kaxizmanê piştgiriyeke mezin dide HDP’ê û wiha pê de çû, “Em bi serdanên esnaf, tax û malaln xebatên xwe yên hilbijartinê dimeşin. Feraseta me ya şaredariyêgeriyê, di çarçoveya armancên partiya me yên polîtîk de wê şaredarîgeriyeke zelal, tevlîger, demokratîk pêk bînin. Em ê pirsgirêka bajêr ya ku heta niha bê serober hatiye çêkirin, bê binezasî û qirêjiya nav bajêr çareser bikin. Heta niha di vî warî de xebatek nehatiye kirin. Heta niha ji bo zarokan ti xebat nehatiye kirin. Dîsa ji bo jin û ciwanan ti xebat nehatiye kirin. Aboriya bajêr nehatiye pêşxistin û ji bo vê jî hewldanek çênebûye. Pirsgirêkên sereke yên bajêr, binesaziya kêm, kêmbûna ava vexwarinê û trafîka bajêr e. Em ê hewl bidin ku van pirsgirêkan çaraser bikin.”

‘EM Ê GELEK PROJEYAN PÊK BÎNIN’

Aras, diyar kir ku heke şaredariyê bistînin wê gelek projeyan pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em ê Parkên zarokan, kreşan, navêndên çandê yên ciwanan, navendên jinan û kooperatîfan ava bikin. Em ê salê herî kêm bûrs bidin 40 xwendekaran û pirgirêka wan a çûn û hatinê çareser bikin. Dîsa em ê hemwelatiyên xwe yên astengdar ji bo tevlî jiyana civakî bibin projeyan pêş bixin û binesaziya bajêr li gorî guncaviya wan çêbikin. Em ê alîkariya kesên nexweş û kal bûyî ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye re bibin alîkar. Em ê ji malbatên mihtac re malên ku 70 m2’yî ne, çêbikin û turîzma zozanan pêş bixin û ji bo danasîna navçeya xwe xebatên çandî bimeşînin.”