'Wê civîna Astana serkeftî nebe'
Konsya Rêveberiya Sîstema Federala Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê: Wê civîna Astanayê mîna yên berê hatine li dar xistin serkeftinê bi xwe re naîne. Ti biryarên civînên ku em beşdar nebûne me eleqedar nakin.
Konsya Rêveberiya Sîstema Federala Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê: Wê civîna Astanayê mîna yên berê hatine li dar xistin serkeftinê bi xwe re naîne. Ti biryarên civînên ku em beşdar nebûne me eleqedar nakin.
Konsya Rêveberiya Sîstema Federala Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku ji bo Tirkiye û derdorên mîna wê yên li dijî hêzên demokrat ên mîna razî bikin, Cinêv 1, Cinêv 2 û Cinêv 3 hatin lidarxistin, ji ber ku hêzên demokratîk nehatin beşdarkirin ti encam negiritin, niha jî dixwazin hema şaştiyan di civîna Astarayê de jî bikin.
Rêveberiya Sîstema Federala Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê ev tişt got:
ʺTevî berxwedaniya mezin ku ji aliyê pêkhatyên Bakurê Sûriyê de hatine dayîn û di serî de gelê Kurd û şerê ku li dijî komên terorist û tarî yên êrîşî herêmê kirine ji aliyê wan ve hatiye meşandin, hetaniha ji civînên danûstendinên bi navê çareserkirina loziya Sûriyê têne dûrxistin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û di serî de gelê Kurd ji bo pêkanîna aştiya navxweyî û jiyana hevbeş gelek tekoşîna demorkatîk meşandine û nimûneya hemû Sûriyeyê pêk anîne.
Rûsiya şaştiyên xwe didomîne. Di civînên danûstendinê de ti projeyên çareserkirina giştî ji aloziya Sûriyeyê ne hatiye pêşniyarkirin. Hêzên demorkatîk û aştîxwaz beranberî razîkirina Tirkiyê û hêzên dijberiya doza gelan dikin, dûr dixin. Di civîna Cinêv 1, Civnêv 2 û Civnêv 3 de heman şaştî hate meşandin. Niha jî û dema behsa civîna Astana tê kirin, heman şaştî ji aliyê Rûsiya ve tê kirin.
Em wekî pêkhateyên Sûriyeyê ji Kurd, Ereb, Sûryan, Aşûr, Turkman, ermen û herwekî din dibînin ku ne beşdarbûna me wekî hêzekê li ser maseya hevdîtinan, binpêkirina mafê me ye. Ji ber me bi berxwedan û hêza xwe gelek gavên dîrokî di asta siyasî, civakî û leşkerî de bi dest xistine. Ji hemû hêzan zêdetir mafê me heye ku em beşdarî civîna Astana bibin. Di heman demê de Hêzên YPG, QSD û YPJ, hêzên ku beşek mezin ji Sûriyê ji çeteyan rizgar kirine. Ew hêza herî guncawe ku di çareserkirina siyasî de beşdar bibe.
Ji ber vê yekê em wekî Desteya Rêveber a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê radighînin ku civîna Astana wê wekî civînên beriya xwe biser nekeve. Biryarên ku ji civîna em tê de ne beşdarin derkevin, me eleqedar nake. Em ê di berxwedana xwe ya li dijî hêzên tarî û teroristan biserkevin û em ê Sîstema Fedraliya Demorkatîk a Bakurê Sûriyeyê ava bikin.ʺ