Waliyê Wanê gel sûcdar dike

Waliyê Wanê û Qeyûm Mehmet Emîn Bîlmez ji zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê gel sûcdar kir.

Walî û her wiha qeyûmê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez got, ''Li Wanê ne li kuçeyan lê li malan pê dikevin. Li malekê bi kêmanî 15-20 xwîşk û bira hene. Dema ku zarok jî têne cem hev ev 3-4 caran lê zêdetir dibe. Heke yek jê pozîtîf be hemû pê dikevin'' û gel sûcdar kir.

Li Wanê her ku diçe pêketiyên Covîd-19'ê zêde dibin, ji ber konê sersaxiyê ya li navçeya Artemêtanê ya li taxa Emîn Paşayê hijmara weqayan bû 200, jinek mir.

Li tevaniya Wanê 64 hezar kes di karantînayê de ne. Ji ber sersaxî û bêtevdîriyan li Wanê pêketî ji 500 zêdetir bûne, bi hezaran kesê ku di karantînayê de wiha hatine hiştin. Di serî de hewcehiya zad ti hewcehiya wan nayê bicihanîn.