Waliyê Kerkûkê Cibûrî daxwaza vegera Erebên derdor a li Kerkûkê kir

Waliyê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî bi belgeyekî veşartî, daxwaza komekî Erebên li derdor ji bo sinorên bajarê Kerkûkê kiriye.

Îro belgeyekî veşartî ya waliyê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Seîd Cibûrî eşkere bû ku di 17’ê Gulana 2020’ê de ji fermandariya operasyona Kerkûkê re şandibû. Her wiha Rakan Cibûrî di belgeya xwe de daxwaza hinek komên Erebên derdor ji bo sinorên bajarê Kerkûkê kiriye.

Waliyê bajêr yê bi wekalet Rakan Seîd Cibûrî di belgeya xwe de destnîşan kiriye ku ew daxwaz li ser daxwaza Şêxê Hoza Şemer Şêx Elî Hewas e. Her wiha di belgeya walî ji bo Erebên derdor vegerînin Kerkûkê weke xwecihêyê herêmê nîşand daye.

Di belgeyê de qala vê jî hatiye kirin ku ew dixwaze vê yekê bi du qonaxan bikin. Di qonaxa yekem de wê wan Ereban vegerînin bajêr û di qonaxa duyem de jî wê paqijiya etnîkî bikin.

Li gorî gotinên Rakan Seîd Cibûrî hemû Erebê li herêmê bi cih bikin belgeyên qanûnî û biryara dadgehê heye ji bo vegerê.

Her wiha di nivîsê de hatiye gotin ku navê orjînal ê Kurdî ya navçeyê weke navçeya 'deryasakaran' e, tu yê bêjî qey ji sala 2003'an û pêve ev navçeya Ereban e.

Kurd Cibûrî bi siyaseta Taîfî û Erebkirina Kerkûkê sûcdar dike. Vê gavê jî weke polîtîkaya rejîma Baas a Ereb li nava zevî û milkên Kurdan bicih kiribûn pênase kirin.

Di encama lihevkirineke berê ya li Bexda vegera Erebên derdor a li herêmên ku piranî yek netew lê dijîn hatibû rawestandin. Lê piştî vê lihevkirinê û şûnde dîsa Ereb vegeriyan herêmên ku piranî Kurd bi salanin xwecihiyên herêmê ne û li herêmê dijîn.