Waliyê Bedlîsê: Gel avê zêde bi kar tîne!

Li Bedlîsê ji ber heman sedeman gelek kesan serî li nexweşxaneyê dan. Derket holê ku mîkrob ketiye nav boriyên ava vexwarinê. Walîtiya Bedlîsê ji dêvila ku vê îxmalkariyê qebûl bike, gel sûcdar kir.

Li Bedlîsê di meha Tîrmehê de nêzî 5 hezar kes bi sedemên êşa zik, verişîn û mehdxelînê çûn nexweşxaneyan. Walîtiya Bedlîsê diyar kir ku mîkrob ketiye xeta ava vexwarinê. Li Bedlîsê 2 sal in qeyûmên xespkar li ser kar in û derket holê ku peywira xwe îxmal dikin.

Waliyê Bedlîsê Îsmaîl Ûstaoglû ji ber vê bûyerê gel sûcdar kir. Walî diyar kir ku ji ber germa zêde zarok û ciwan dikevin avê û zêde avê vedixwin, ev jî dibe sedema nexweşiyan.

Serokê Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) ê şaxa Bedlîsê Osman Fatîh Şanli jî diyar kir ku hê jî nexweş tên nexweşxaneyan. Şanli diyar kir ku ji ber îxmalkariyê mîkrob ketiye avê û got: “Li navenda Bedlîsê di mehekê de 5 hezar kesan bi nerihetiyên wekî êşa zik, mehdxelîn û verişînê hatin nexweşxaneyan. Walî qebûl kir ku mîkrob ketiye avê lê îxmalê qebûl nake. Em hêvîdar in di nava demeke kurt de, wê tevdîrên pêwist werin wergirtin.”