Walîtiya Amedê tengijî: Her roj derewekê dike

Piştî ku li gundê Mişrifê yê Licê helîkoptêra leşkerî li gundiyan reşand, Walîtiya Tirk a li Amedê dest bi derewan kir. Walîtiyê ku duh ji gundiyan re gotî 'hevkar' in, îro jî ji wan re dibêje 'endamên rêxistinê' ne.

Li gundê Mişrifê yê Licê ya Amedê, pêr êvarê helîkoptêra leşkerî ya Tirk li gundiyan reşandibû û di encamê de Celal Yildirim, kurê wî Bedran Yildirim û Munîr Serîn birîndar bûbûn. Celal Yildirim ê ku rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Yildirim rewşa wî giran e. Bedran Yildirim û Serîn, tevî ku birîndar in hatine binçavkirin.

Walîtiya Amedê duh bi daxuyaniyeke nivîskî ji birîndaran re 'hevkar' gotibû. Di daxuyaniya îro de jî ji gundiyan re got 'endamên rêxistinê'.

XIZMÊN BIRÎNDARAN: HEMÛ JÎ SIVÎL IN

Xizmên Celal Yildirim jî gotibû, "Celal û Munîr li gel ku birîndar jî bûn leşkeran ew tazî kirine û êşkence li wan kirine. Laşê wan û ser çavê wan şîn û reş bûye. Agahiyên ku ji me re hatin pir xirab e. Diranên Celal şikandine, êşkence lê kirine. Em nikarin vî tiştî qebûl bikin. Celal sivîl e, bavê 13 zarokan e, çawa dikarin jê re bêjin 'terorîst'.

Birayê Munîr Serîn Mendûh Serîn jî got, "Dema ku birayê min baxçe av dida lê reşandin. Hatibû ku sivîlan bikujin. Li me jî reşandin" û gotinên Walîtiya Amedê li derewê qelibandin.

ŞANDEYA HDP'Ê: LI SIVÎLAN REŞANDIN

HDP li dijî derewên Walîtiya Amedê li cihê bûyerê li bûyerê lêkola.

Wekîlên HDP'ê Ziya Pîr, Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp li gund lêkolan, çavdêriyên xwe bi raya giştî re par ve kirin. Pîr got, "Em ji heman komkujiyê ditirsin. Bi fermana Suleyman Soylû li gundên Kurdan tetbîqata leşkerî dikin. Di vê tetbîqada zindî de li sivîlan direşînin, navê vê sûcê şer e."