VASKÎ ev 10 roj in avê nade gundê Bakişik ê ku nifûsa wê 2 hezar e û 10 kîlometre dûrî Saray a Wanê ye. VASKÎ ku piştî qeyûmê ji hêla qeyûmê ve tê birêvebirin, li şûna ku çareseriyê bibîne ji gel re dibêje, ‘’hûn bi xwe çareser bikin, rê qeşa girtî ye, em nikarin werin, bi destê xwe rêya ava qeşagirtî vekin’’
VASKÎ hêviya bi rêbazên berê yên gundiyan ve girêda. Gundî bi kerên xwe, diçine cihê ku av lê heye, bîdonan li wan dikin û bi vî awayî avê ji xwe re peyda dikin.
HIŞYARIYA NEXWEŞIYA ŞEWBÊ
Halît Korkut, yek ji endamê gund û got, li gel ku gelek caran serî li VASKÎ dane jî çareserî nedîtine û bal kişande ser nexweşiya şewbê ya gund. Korkut got, VASKÎ ji wan re gotiye, ‘hûn biçin, bi destê xwe bikolin’’ û xwest ku rayedar bihîstyar bin