Uveyş Ocalan li Mexmûrê hat bibîranîn

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 31’emîn a wefata xwe de li Mexmûrê hat bibîranîn.

BÎRANÎNA UVEYŞ OCALAN

Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 31’emîn a wefata xwe de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Îştar li Parka Dayika Uveyş hat lidarxistin.

Di bîranînê de ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Di bîranînê de daxuyanî hat xwendin. Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Mamosta Qîmet Şirnexî daxuyanî xwend.

Mamosta Qîmet Şirnexî di destpêka axaftina xwe de dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Uveyş Ocalan bi bîr anî û got: “Em wek gelê Kurd û hemû gelên bindest minetdarê Dayika Uveyş in, ji ber ku Rêberek wek Rêber Apo aniye li ser rûyê dinyayê. Em dizanin dayê Uveyş bi wê têkoşîna ku ji bo azadiyê dayî her dem ji bo jinan bi taybet ji bo jinên Kurd bûye mînak. Rêber Apo di kesayeta dayika xwe de li ser hemû jinên bindest, têkoşer û berxwedêr dahurandin kiriye û xwestiye di kesayeta wê de ji bo hemû jinên Kurd pêşengtiyê bike. Li ser vî bingehî dîsa Rêber Apo destpêkê ji azadiya dayika xwe destpêkiriye. Rêber Apo di kesayeta dayika xwe de xwestiye hemû jinên bindest û mafên wan tê xwarin û çewisandin, bi wan re bibe alîkar û bigihînin azadiya wan. Wek jinên Kurd em ê her dem şopdarê rêya wê û rêya Rêbertî bin.”

Piştî daxuyaniyê ji aliyê jinên wargehê ve gul hatin çandin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.