Umît: Hêza herî çalak a pêngava 'dema azadiyê', tevgera jinê ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, hêza herî çalak a pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dem dema azadiyê ye' tevgera jinê ye.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît, têkildarî pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" ji ANF'ê re axivî.

Umît diyar kir, pêngava ku di 12'ê Îlona 2020'î de ji aliyê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ve hate ragihandin, qonaxeke nû û xweser a serdema şerê gel ê şoreşgerî ye û destnîşan kir ku ev pêngav di çarçoveya stratejiya me ya têkoşînê de li encamê asê bûye.

Hêlîn Umît anî ziman ku Bakurê Kurdistanê, di serî de bi gerîla û zindanan tesîreke mezin li vê pêngavê kiriye û ragihand, bîlançoya 6 mehan a pêngava 'dema azadiyê' têr û tijî ye.

Hêlîn Umît bi dewamî got, "Gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe, bi girtiyên xwe yên li zindanan û şervanên xwe yên li çiyê, li Elewî û Êzidiyên xwe, bi karker û bêkarên xwe bêçalakî nemane. Li her devera ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo têkbirina têkoşîna civaka demokratîk êrişan dike, berxwedan û têkoşîn jî hatiye meşandin."

'HÊZA HERÎ DÎNAMÎK, TEVGERA JINÊ YE'

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir, ku dema derbasbûyî nîşan da ku hêza herî dînamîk a pêngavê, tevgera jinê ye û wiha dewam kir, "Tevgera Jinên Kurd li dijî kiryarên tecrîdê ku li ser Rêber Apo hatiye şidandin û veguheriye sîstema êşkenceyê, di nava çalakiyan de ye. Ya ku mohra xwe li sala 2020'î xist, liv û tevgera jinê ya li Kurdistanê bû. Li dijî rêveberiya AKP-MHP'ê ya ku dixwaze sîstema xwe ya bi serweriya mêr bi rengê faşîzmê mayinde bike, çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin, li kolanan çalakî hatin kirin û daxuyanî hatin dayin. Bi çarçoveya pêngava 'Dema parastina jin a azad û civaka azad e', her plansazî bi rengî çalakiyê hatiye kirin. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de ya ku herî zêde êriş li dij hate kirin, tevgera jinê ye. Li Tirkiyeyê ku welatekî welê ye, jin lê tên qirkirin, di serî de mafê jiyanê parastina azadiya jinê veguheriye têkoşîneke welê rewa, ku dijmin nikare pêşî lê bigire. Li Kurdistanê jî ji ber ku ev kiryar bi hewldanên qirkirin, mêtingerî, nijadperestî û qetilkirina hebûna jinê û gelê Kurd tê meşandin, berxwedan, çalakî, rêxistinbûn û têgihiştin bûne çarçoveya giştî ya pêngavê. Di serî de jinên ku li siyaseta demokratîk çalak in, jin tevlî vê pêngavê bûne û ji bo jin bêhtir têbigihêjin bi rola xwe rabûne. Li gel vê yekê pêwîstiya bi rêxistinbûna bi bandor, dewlemend û berfireh, ji her demê bêhtir pê heye."

'CIWANÊN KURD WÊ ASTENGIYAN NAS NEKIN'

Hêlîn Umît bal kişand ser rola ciwanên Kurd û destnîşan kir ku ciwanên Kurd dînamîka bingehîn a têkoşîna wan a li Bakurê Kurdistanê ye.

Umît diyar kir ku di serî de gerîla û li zindanan, ciwan pêşengiyê ji têkoşîna li her qadê re dikin û wiha dewam kir: "Em zanin ku li dijî tevgera me ya ciwanan êrişên giran û berfireh tên kirin. Lê belê em bi vê jî zanin; derbên ku me nakujin bêhtir me xurt dikin. Ciwanên Kurdistanê dema ku ev êriş têk birin û bûn xwedî rêbaza demê, hingî wê ti astengî li pêşiya wan nemîne, wê bigihêjin asta ku encamê diyar dikin."

'DEWLETA TIRK DI DEMA HERÎ LAWAZ DE YE'

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît  destnîşan kir ku dewleta Tirk di dema herî lawaz a dîroka xwe de ye, lewma di her mijarê de bêhtir paşverû dibe û got, "Desthilatdariya heyî desthilatdariya herî paşverû ya heta niha ye. Eşkere ye ku rejîmeke li derveyî serdemê ye. Rejîma Saddam, Esad çi be, ew jî di nava heman rewşeke paşverû de ne."

Umît anî ziman ku avaniya heyî mîna dewletê xuya dike, lê belê rastiya wê nediyar e û got, "Dewlet heye, nîne nediyar e. Ji dewletê wêdetir mirov dikare weke çetetiyekê pênase bikin ku di bin navê Komara Tirkiyeyê de bi komplo û darbeyan xwe ferz kiriye. Yên ku li derveyî Erdogan û Bahçelî li dewletekê geriyan, xwe xapandin. Daxwaza azadiyê ya gelê Kurd demeke dirêj îstîsmar kirin, meseleya Kurd ji bo desthilatdariya xwe bi kar anîn. Ev rastî hemû deşîfre bûn. Ji ber vê yekê tespîta 'faşîzma AKP-MHP'ê di dema herî lawaz de ye' ne nêteke, lê belê rastiyeke. Ev rejîma faşîst ku di nava krîzeke giran a rewatiyê de ye û ji bo vê jî ji bilî şer tiştekî din nake, li dijî gelê Kurd ji bilî şerê qirkirinê tiştekî cuda nake. Hunereke xwe ya bi vî rengî nameya. Ev yek jî tê wateya dewamkirina pêvajoya komployê."

'JINÊN KURD WÊ BI MORAL Û HÊZA SERKETINA GARÊ 8'Ê DARÊ PÊŞWAZÎ BIKIN'

Hêlîn Umît diyar kir ku bi berxwedana Garê re careke din eşkere bû ku komploya 15'ê Sibatê re êrişa ji bo tarîkirina paşeroja gelê Kurd bû û got, "Ya ku divê bê kirin ew e, di vê rêya şehîdan de îrade û biryardarî bê nîşandan. Di serî de jinên Kurd, civaka Kurd bi hişmendiya peymana bi Rêber Apo re kir, wê di vê rêyê de bimeşe. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê bi vê moral û hêzê ya serketinê bê pêşwazîkirin. Jinên Kurd wê bi reng, ziman, strran, tilîliyên xwe li Kurdistanê mizgîniya biharê bidin."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, "Ji ber vê yekê di serî de jin ên ciwan ên Kurdistanê bang li her jinên li jiyaneke azad digerin dikim, ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan. Belê, ev yek şereke. Em bibînin ku bi her cûreyî şer li dijî me tê kirin, nepêkane ku em xwe li derveyî vî şerî bihêlin. Ji xwe şerê ku AKP-MHP'ê li Kurdistanê li civaka me ferz dike, êrişa li dijî hemû berhemên çanda jinê ye. Ji ber vê yekê divê em 8'ê Adarê bikin roja hesabpirsîna ji desthilatdariya faşîst a bi serweriya mêr, bi vî rengî azad bibin."

NÎQAŞÊN LI SER GIRTINA HDP'Ê

Hêlîn Umît bal kişand ser nîqaşên li ser girtina HDP'ê û got, "Rastiyeke faşîzmê heye ku di serî de HDP dixwaze hemû saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê bigire. Em qala hikumeteke welê dikin ku bi rêya tayînkirina qeyûman li ser her komele û saziyê biryar daye ku civakê bi temamî teslîm bigire. Lewma rewşeke asayî ye ku hikumeteke bi vî rengî dest li qadeke welê azad û girîng werbide. Desthilatdariyek li derveyî aqil heye ku têkçûna artêşa Tirk a li Garê jî li dijî HDP'ê bi kar tîne. Mîna ku di dema operasyona Garê de bi HDP'ê şêwirîne, hesabê têkçûnê ji HDP'ê dixwazin."

'ME BI BIRYARDARIYA SERKETINÊ DEST BI SALA 2021'Ê KIR

Di dawiya axaftina xwe de Hêlîn Umît got, "Weke tevgera azadiyê me bi biryardariya serketinê sala 2021'ê pêşwazî kir. Di vê mijarê de ya ku sekna PKK û PAJK'ê diyar dike, berxwedana li Îmraliyê ye. Rêber Apo di nava şert û mercên herî giran de têdikoşe. Sîstemeke bi vî rengî ya êşkenceyê di dîrokê de nehatiye dîtin. Dema ku aliyên şerê li dijî Rêberê me bên lêkolîn wê were dîtin ku êriş ne tenê ji aliyê psîkolojîk e. Di heman demê de şerekî fîzîk û civakî li dijî Rêber Apo tê meşandin. Di demekê de ku zilm û êşkence li civaka Kurd tê kirin, nepêkane ku Rêbertî bi rengkî cuda hîs bike û bijî. Li dijî van kiryaran hemûyan, Rêber Apo li ber xwe dide, şer dike. Di rewşeke wiha de ku ew şer dike, divê helwest û sekneke cudayî vê yekê ji me neyê hêvîkirin. Bang li gelê me, hevrêyan û dostan hemûyan dikim ku Rêber Apo bêhtir rast fêhm bikin, di şexsê wan de jî tevlî xeta berxwedana rewa bibin. Serketin wê li ser vê bingehê pêk were."