Tûrîzma Mêrdînê têk çû

Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Mêrdînê û rayedarên AKP'ê îdîa dikin, ku tûrîzma Mêrdînê gelekî xurt bûye. Lê belê rastî radixe pêş çavan, ku berevajî ve îdîayê, rewşa tûrîzmê ya li bajêr têk çûye.

Mêrdîn û navçeyên wê, ku bi xemla xwe ya dîrokî, bi bawerî û nasnameyên cuda her sal bi sed hezaran tûrîstên xwecihî û biyanî vedihewîne, îsal di rewşa herî xerab de ye. Kêm ma ye demsala îsal a tûrîzmê bê girtin. Hejmara tûrîstên îsal hatin bajêr, li gorî salên bihurî bi rêjeya 35-40 ji sedî kêm bûye. Valahiya otelan û bêdengiya li navenda sûkê nîşan didin ku îdîya qeyûm û rayedarên AKP'ê yên dibêjin, "Bi sed hezaran tûrîst hatine Mêrdîn û navçeyên wê" derew e.

Tevî tûrîstên xwecihî yên bi rengekî plankirî tên anîn jî, tûrîzma li bajêr zindî nebû. Di hin mehan de, ku dihate payin tûrîst zêde bin, ji ber kêmbûna hejmara tûrîstan hin esnafan nekarîn siftehe jî bikin. Hin pansiyon û kargehên biçûk ên li bajêr ji neçarî deriyê xwe girtin. Xwediyên otelan ên li bajêr, ku mexdûr bûne, ji ANF'ê re axivîn.

REWŞA NIHA GELEKÎ NEBAŞ E

Şerîf Hasar, ku Otela Gazî Konagi ya li navendê ev 5 sal in dixebitîne got, "30 odeyên me û 85 nivînên li van odeyan hene. Di nava 2 salên dawî de 12 mehan tûrîst dihatin Mêrdînê. Di nava 12 mehan de bi rêjeya zêdeyî 70 ji sedî me mêvan vedihewand. Tûrîstên biyanî bi giranî di zivistanê de dihatin. Havînê jî hem tûrîstên biyanî, hem jî yên xwecihî dihatin. Lê niha rewş ne welê ye. Rewş gelekî nebaş e. Bi rêjeya 90 ji sedî kêm bûye."

KAREKÎ JI BO TÛRÎZMÊ NÎNE

Hasar bal kişand ser daxuyaniyên Wezareta Çandê û Tûrîzmê û nêzîkatiya Waliyê Mêrdînê û got, "Daxuyaniya wezaretê ya li ser tûrîzmê, têkildarî 3 rojên în, şemî û yekşemê yên mehên Nîsan û Gulanê ye. Ev rojên navborî bi tevger bûn. Lê belê 4 rojên mayî vala derbas bû. Ji vê rewşê re jî tûrîzm nayê gotin. Mêrdîn ji aliyê tûrîzmê ve bê xwedî ye. Mînak, Walî beg nizan çi dike. Di bin navê xebatê de sîstema bajêr ser û bin dike. Ji bo tûrîzmê ti karî nake. Buroya tûrîzmê ya bi navê Bookîngê asteng kirin. Astengkirina vê jî windahî ye. Tûrên rojane yên niha jî mixabin bi kêrî rewşê nayên. Li bajarekî ku namzet e ji bûyîna Mîrateya Çandê ya Cîhanê, Desteya Bilind a Bîrdariyan nîne."

ŞER BANDOR LÊ KIR

Abdullah Demîr ku ev 3 sal in Marîdîn Otelê ya li navendê dixebitîne, destnîşan dike ku yek ji sedemên kêmkirina zindîbûna sektora tûrîzmê, şer e. Demîr anî ziman, piraniya mirovên îsal hatine bajêr mirovên nas in û got, "Yên tên ya ji bo rojekê tên, ya jî tenê ji bo bi şevê bimînin tên. Rêjeya tûrîstên biyanî bi qasî ku nîne, kêm bûye. Yên tên jî ji ber ku ji bo rojekê ye, ti feydeya xwe li aboriyê nabe."