TUHAY-DER: Divê hemû girtî bên berdan

TUHAY-DER, di serî de daxwaz kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtî bên azadkirin.

Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), derbarê pêşnûmeya qanûna înfazê ya li aliyê AKP-MHP’ê ve hat derxitin û girtiyên siyasî ji derveyî qanûnê hatin hiştin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku her roja diçe nîşaneyên Kovîd-19 di girtiyan de derdikevin holê û ev jî dibe sema fikar û gumanên malbatan.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pêşnûmeya înfazê ya di Meclîsê de tê dîtin li dijî pîvana wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e. Ji vir bangî parlamenterên bi wijdan ên di nava partiya desthilatdariyê de cih digirin, dikin. Ew qoltuxên hûn li ser rûniştine, demborîne. Sibe dema peywira we bi dawî bû, hûnê çawan hesap bidin gel. Guh bidin dengê gel û rêxistinên civakî. Cudakariyê nexin navbera girtî û hikûmxaran.”

Di daxuyaniyê de, hat destnîşan kirin ku bi vê pêşnûmeyê dixwazin ji beşên mûxalîf tolê bigirin û wiha hat gotin: “Di kategoriya sûcên hûn dibêjin sûcê ‘terorê’ de ye, parlamenter, serokên şaredariyan, serokên partiyên siyasî û xebatkarên wan, rojnameger, xwendekar, mamoste û hiqûqnasên hikûmetê rexne dikin hene.”

Di daxuyaniyê de bang li partiyên siyasî hat kirin û wiha hat bilevkirin: “Berî ku vîrûsa korona li girtîgehan belav bibe û mirin pêk bên, tovên dubendiyê nexin navbera gelan. Em dixwazin bêyî ku cudakarî bê kirin di serî de girtiyên nexweş, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtî û hikumxarên siyasî bên berdan.”