Tosûn: Ji bo paşeroja azad em li dora HDP'ê li hev bicivin

Namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê ya Edeneyê Rozerîn Tosûn ev bang li ciwanan kir: "Bi bîr û baweriya ji bo paşeroja azad em li dora HDP'ê li hev bicivin."

Di nava namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê de yên herî zêde bala gel dikişînin, namzetên ciwan in. Yek ji van jî namzeta rêza 9. a Edeneyê Rozerîn Tosûn e.

Tosûn, sala 1996'an li Amedê, li nava malbateke ji Licê ji dayik bû. Li Zanîngeha Çûkûrovayê beşa Şêwirmendiya Derûnî û Rêbertiyê dixwîne. Ji ber ku li zanîngehê dixwîne li Edeneyê dijî. Li ser namzetiya xwe û pirsgirêkên ciwanan ji ANF'ê re axivî.

FIKARA CIWANAN A LI SER PAŞEROJÊ

Tosûn bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan, zext û zordariya li ser ciwanên li zanîngehan ku dema dawî zêde bûne û destnîşan kir ku di vê dema zehmet de ew dixwaze bibe beşek ji têkoşîna nêrîna azad. Tosûn got, "Ev pêvajo bandorê li her kesî dike. Lewma, tenê bi HDP'ê ku xîtabî her kesî dike, em dikarin vê pêvajoyê sererast bikin."

Rozerîn Tosûn diyar kir ku berê ew nedifikirî tevlî siyasetê bibe, lê belê ji ber zêdebûna fikara ciwanan a li ser paşerojê, weke jineke ciwan û xwendekareke zanîngehê wê pêwîstî pê dîtiye ku ji HDP'ê bibe namzet.

'EZ Ê BIBIM PARÇEYEK JI WEZARETA ZAROKAN'

Tosûn da xuyakirin ku eger ew bê hilbijartin, wê pirsgirêkên ciwanan bixe rojeva meclîsê û got, "Ji ber ku malbata min ez weke jineke azad mezin kir, ez ê jî hewl bidim ji bo hemû jin û ciwanan rewşeke azad biafirînim. Her wiha weke xwendekara beşa Şêwirmendiya Derûnî û Rêbertiyê, ez ê bibim parçeyekî aktîf ê projeya HDP'ê ya Wezareta Zarokan. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku gotinên 'sûc û zarok' bi hev re bên bilêvkirin. Sûc nîne, xemsarî heye. Di serî de mafên perwerdeyê û jiyanê, ez ê bi rengekî çalak mafên bingehîn ên zarokan biparêzim."

PERWERDEYA ZANISTÎ Û BI ZIMANÊ DAYIKÊ ŞERT E

Namzeta HDP'ê ya Edeneyê Rozerîn Tosûn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bicihanîna sîstemeke perwerdeyê ya bê pere û wekhev şert e û wiha dewam kir: "Li gel bicihanîna perwedeya bê pere û wekhev, gelekî girîng e ku sîstemeke hurmetê nîşanî ol, ziman û nasnameya mirovan dide bikeve meriyetê. Pirsgirêka perwedeya bi zimanê dayikê hê jî dewam dike."

'ARMANCA ME NE TENÊ GUHERTINA DESTHILATDARIYÊ YE'

Tosûn işaret bi nêzîkatiyên zîhniyeta feodal ên li nava civakê jî kir û got, "Hîn jî malbat mafê perwerdeyê ya zarokên keç asteng dike. Pêwîste polîtîkayên ku zarokên keç xurt dikin û dikin ku ji mafê perwerdeyê bêkêmasî sûdê werbigirin, bi cih bên anîn. Yekane partiya ku dikare vê bike, HDP ye.

Armanca me ne tenê guhetina desthilatdariyê ye. Em dixwazin hemû pirsgirêkên ku desthilatdariyê rê lib er vekiriye bi polîtîkayên çareser û azad ji holê rakin. Weke jineke ciwan û xwendekara zanîngehê dixwazin vê yekê ji ciwanan re bêjim; bi bîr û baweriya paşeroja azad em li dora HDP'ê li hev bicivin. Ji ber ku ev desthilatdarî û polîtîkayên nebaş çarenûsa me nîne. Eger em bixwazin û jê bawer bin, em ê karibin her tiştî biguherînin."