Togrûl: Hêrsa ku ketî ser hev bi carekê re dibe ku biteqe

Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl got li dijî polîtîkayên dagirker û faşîst ên AKP-MHP’ê hêrs dikeve ser hev û got, ‘Heke bi carekê re biteqe dive kes şaş nebe’.

Parlamenterên HDP’ê yê Dîlokê  Prof. Dr. Mahmût Togrûl got êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser Kurdan e û wiha domand: ‘’Tekana çareseriya vî şerî Birêz Ocalan e. Tecrîda li ser Wî tecrîda li ser Rojhilata Navîn e.’’

Togrûl got ‘Efrîn tekane jîgeha ewle ye li Sûriyê ji bo wan mirovên ku ji şer reviyane û xwe lê girtine’’ û domand,’’Mirov ji bo nemirin û ji DAÎŞ’ê û rêxistinên ji yên weke wê mayî xwe li Efrînê, li wê derdora aram û aştî lê serwer e girtin. Ji bo vê jî gelê Efrînê ew fikir bi wan re çênebûye ku gef li wan tê xwarin. Pê dizanin ku Tirkiye ji bo êrîşên xwe li hincetan digere. Ji bo vê jî dizanin ku dagirkeriyê ji bo ku rê ji OSO û komên cîhadîst re vekin dane destpêkirin. Her wiha  gelê Dîlokê û Efrînê xizmên hev in. Bi danîna sînor nikarin têkiliyên wan bibirn. Ji bo vê jî vê êrîşê weke êrîşa ser xwe dibînin.’’

Togrûl her wiha got, ‘Mesele bi YPG, PKK’ê naqede. Kurd bi giştî bûne hedef. Em tiştên ku li Efrînê dibin dişopînin. Kurdbûna kesên ku li wir têne kuştin bes e.’’

‘HÊRS KETIYE SER HEV’
Togrûl got êrîşên li ser Efrînê bidomin wê encamên pir giran derkevin holê û got, ‘Heke wiha biçe Tirkiye wê bibe Sûriye. Zemîna şerê etnîk, dînî û mezhebî tê çêkirin.. Meraşa 1978’an bi carekê re dikare were çêkirin. Wê demê fatoreya vî şerî wê tenê li ser Kurdan nemîne, hebû gel, beşên civakê wê neçar bimînin ku bidin. Îro dibe ku bi faşîzma AKP-MHP’ê, bi girtina her kesî, dibe ku di dilê xwe re derbas bikin ku bi pirnisandinê arîşeyan çareser dikin lê sibe çi dibe ne diyar e. Hêrs dikeve ser hev û bi carekê re ku biteqe divê kes şaş nemîne.’’

 ‘OCALAN BANDORÊ LI SER GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIKE’
Togrûl got plana şer ya giştî ya dijî Kurdan rasterast bi tecrîdê re têkildar e û got, ‘’Em baş pê dizanin ku bandora Birêz Ocalan ne tenê li ser Kurdan li her hemû gelên Rojhilata Navîn heye. Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan bi wê armancê ye ku nahêlin bi rêbazên aştiyê dest li rewşa kaotîk bidin. A rast ev polîtîkaya tecrîdê navekî dî yê şerxwaziyê ye. Em hemû pê dizanin ku di ‘pêvajoya çareseriyê’ de ked û hewldaneke mezin a Birêz Ocalan hebû. Tecît nîşan dide ku hedefa Birêz Ocalan xwîşk û biratiya gelan e û her wiha nîşan dide ku hişmendiya Erdogan berovajî vê ye.’’

Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl herî dawî got, ‘Gelên Tirkiyê divê êrîşa ser Efrînê êrîşeke li dijî xizmên xwe bibînin. Ji bo vê jî divê gel li hev bibin xwîşk û bir. Biya min tekane çareserî ev e û hêviya min ev e.’’