Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike

Hiqûqnas Onûr Duşunmez anî ziman ku Tirkiye li dijî peymanên ku mohra xwe daniye binî tevdigere û hem qanûnên xwe hem jî qanûnên navneteweyî binpê dike.

Parêzer Onûr Duşunmez ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser tecrîda bi rêk û pêk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Tirkiye hemû pîvanên hiqûqa gerdûnî binpê dike ku bi xwe jî aliyekî van pîvanane.

Parêzer Duşunmez bi bîr xist ku piştî Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin parêzeran di 16'ê Sibata 1999'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan; 12'ê Gulana 2005'an Daîreya Bilind biryar da ku mafê darizandina wekhev û qedexeya êşkenceyê hatiye binpêkirin û got, serlêdanên li DMME'yê di salên 2003, 2004, 2006 û 2007'an de jî dewam kirin.

Parêzer Duşunmez diyar kir ku dadgehê serlêdan hemû kir yek, di dosyayekê de lêkolîn kir û 18'ê Adara 2014'an de bi biryara (no.2) a Ocalan-Tirkiyeyê de ev tespît kir, "Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eger heta dawiya temen bê dewamkirin, ev yek binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye." Parêzer Duşunmez destnîşan kir ku DMME'yê hikum da ku di vê mijarê de guhertinên qanûnî yên pêwîst bê kirin.

Parêzer Duşunmez anî ziman ku li gel Abdullah Ocalan di biryarên Kaytan/Tirkiye, Gûrban/Tirkiye û Boltan/Tirkiye de jî heman rewş weke hincet hate nîşandan û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev her çar dosya xistiye pêvajoya şopandinê. Dadgehê ragihand ku bi vê cezakirinê re derfetê berdana Abdullah Ocalan ku di mewzûata Tirkiyeyê de jî heye, ji holê hatiye rakirin û got, DMME'yê li gorî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ev ceza ji aliyê 'kêmkirinê' ve nayê qebûlkirin û li derveyî mirovahiyê ye, kiryareke biçûkxistinê ye û binpêkirina qedexeya ceza ye."

JÊSTANDINA HÊVIYA AZADIYÊ

Parêzer Duşunmez bal kişand ser nîqaşên 'mafê hêviyê' ku dema dawî di rojevê de ye û anî ziman ku ev maf destpêkê bi biryareke Dadgeha Destûra Bingehîn a Elman kete rojevê; piştre jî ji aliyê DMME'yê ve hate destnîşankirin.

Parêzer Duşunmez anî ziman ku di biryara têkildarî mafê hêviyê de tê gotin, dema ku rewşa li kesayetiya mehkûmên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn bê nirxandin, hingî hêviya ku rojekê azad bibe bi temamî ji destê wan tê girtin û ev yek jî dibe derbeke giran a li rûmeta mirovahiyê ku ji aliyê dewletê ve tê lêxistin.

DADGERIYA HEYÎ BI HIQÛQÊ NIKARE BÊ VEGOTIN

Parêzer Duşunmez diyar kir ku dewleteke xwe weke dewleteke hiqûqê pênase dike, tenê bi nivîsandina li destûra bingehîn nabe dewleta hiqûqê, divê di her gavê de li gorî hiqûqê tevbigere û got, "Yek ji welatên ku herî zêde jê serlêdan li DMME'yê tê kirin Tirkiye ye. Dema ku mirov bala xwe bide ser mînakên rojane yên li Tirkiyeyê, tê dîtin ku biryarên têkildarî Kavala/Tirkiye û Demîrtaş/Tirkiye bi cih nehatine anîn û darizandin jî bi destê hikumetê tê meşandin, dadgerî bi fermanên hikumetê dozên kûmpasê dimeşîne û bi vî rengî destê hikumetê xurt dike. Destwerdana desthilatdariya heyî ya di vê astê de li dadgeriyê ji aliyê hiqûqî ve nikare bê îzahkirin."

DIVÊ ÊŞKENCE Û KIRYARÊN XERAB BÊNE BIDAWÎKIRIN

Parêzer Onûr Duşunmez diyar kir ku Tirkiye li dijî peymanên navneteweyî tevdigere, di kiryarên dijî rûmeta mirovahiyê de israr dike û ev yek jî nîşan dide ku ji xeta hiqûqê çiqasî dûr ketiye. Parêzer Onûr Duşunmez got, divê kiryarên xerab û êşkence bê bidawîkirin, tecrîd bê rakirin û mafê hêviyê bê misogerkirin.