'Ti komkujî, nikare me ji axa me qut bike'

Gundiyên Heftanînê li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser gundên wan de helwesta xwe nîşan dan û gotin, ew dev ji şûnwarên xwe naqerin. Gundiyan gotin, divê her kes dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bibîne.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li qada Heftanînê şêniyên gundên girêdayî Zaxo ji ber êrîşên artêşa dewleta Tirk nikarin werin ser bax û bostanên xwe. Xelkê di wan gundan de dijîn nerazîbûnên xwe li hember van êrîşan anîn ziman.

Artêşa Tirk ji Tîrmeha 2015’an û vir ve, bi aramanca dagirkirina axa Başûrê Kurdistan êrîşên xwe yên bi balafirên şer li Herêmên Parastina Medya didomîne û gelek sivîl qetil kirin. Di Serî de şêniyên gundên li qada Qendîlê, yên li qada Behdînanê di encama êrîşan de gelek ziyan dîtin. Herî dawî du sivîl li qada Zapê Çemço û yek sivîl jî li ber ava Zê gundê Tirwanêşê bûbûn hedefa balafirên artêşa Tirk. Xelkê li gundên qada Heftanînê jî, ji ber êrîşên balafirên şer nikarin werin gundên xwe nerazîbûnên xwe yên tund ji bo artêşa dewleta Tirk ji ajansa me ANF’re anîn ziman û gotin "Artêşa Tirk çi bike jî em dev ji axa xwe bernadin em ê heya dawiya emrê xwe ji bo ser axa xwe bijîn tekoşîn bikin."

'DEWLETA TRIK BI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ SIVÎLAN DIKUJE'

Gundiyê bi navê Adil axivî û bal kişand li ser feraseta AKP’ê ya dagirker û wiha berdewam kir; "Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên balafiran dixwaze me ji ax û gundê me dûr bixîne. Gelek gundî hene ku mala wan, baxçê wan li vir hene, ji tirsa êrîşan nikarin werin vir. Di baxçê gundiyan de fêkiyên wan hemû ziyan dibînin. Gundî nikarin berên baxçên xwe bigrin û debara xwe bikin. Dewleta Tirk bi neyariya xwe êrîş dike. Dijminahiya xwe li hember her Kurdekî ku li ser navê Kurdayetî têdikoşe dişxulîne. Em niha li Başûrê Kurdistanê ne, dewleta Tirk bi feraseta xwe ya faşîzan li ku derê Kurd hebin êrîş dikin. Lê belê, em ê heya dawî li ser axa xwe bin. Ti kuştin, ti êrîş nikare me ji axa me qut bike. Axa me rûmet û nirxa me ya herî mezin e. Dewleta Tirk di êrîşan de sivîlan dikuje û dibêje em li cihê gerîla dixin û şehîd dixînin. Ev nûçe tev derew in. Her kes dizane gerîla di gundan de nîne."

'EM HER ROJ BI AXA XWE VE TÊNE GIRÊDAN'

Dayika bi navê Xatun, dilsoziya bi gundê xwe, axa xwe  re anî ser ziman û axaftina xwe wiha domand; "Em li bajaran dijîn lê, mehên havînê dixwazin werin gundên xwe. Gundê me li qada Heftanînê ye lê em ji ber êrîşên dewleta Tirk ên hewayî her dema dixwazin nikarin werin. Gelê Kurd li kûderê hebe ji bo dewleta Tirk ferq nake li kûderê Kurd hebin êrîş dike û komkujî pêk tîne. Çend roj beriya niha jî li Heftanînê êrîşên balafiran çêbûn û xizmên me birîndar bûn. Dewleta Tirk dixwaze me bitirsîne û me ji axa me dûr bixîne. Em bi êrîşan li axa xwe dûr nakevin zêdetirîn bi axa xwe ve tên girêdan. Em li gundê xwe welatê xwe mezin bûne û axa me ji bo me girîng e. Ji ber wê jî em bizanibin ku em ê jiyana xwe ji dest bidin jî em dev ji axa xwe bernadin û em ê têde bijîn."

'YEKITIYA KURDAN WÊ DAGIRKERIYÊ TÊK BIBE'

Gundiyê bi navê Hacî jî di axaftinên xwe de qala êrîşên ku bi salan e li ser gelê Kurd tên kirin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir; "Gelê Kurd bi salan e ji aliyê dewletên dagirker ve di tê qirkirin. Her deverê Kurdistanê gelê Kurd bi êrîşên hovane re rû bi rû ye. Li hember van êrîşên dagirkeran pêwîste gelê Kurd jî bikaribe bibe yek û bi hev du re li hember van êrîşên dewletên dagirker bisekinin. Gelê Kurd bi wêrekiya xwe gelekî nav û deng e. Ger ku heya roja îro bi  komkujiyan gelê Kurd xilas nekirine ev bingeha xwe ji çanda kûr ya gelê Kurd distîne. Ji bo em bikaribin azad bin û li hember dagirkeran bi hêz bin pêwîste em bibin yek. Dewleta Tirk bi bê exlaqiyekî mezin sivîlan dikuje û dibêje me li gerîla da, lê pêwîste herkes bizanibe ku gerîla di gundan de nîne li çiyan e, dewleta Tirk bi van derewan dixwaze dijminahiya xwe ya li hember gelê Kurd veşêre. Lê em her roj dibin şahid ku dewleta Tirk çawa Kurdan qetil dike."