Tevlîbûna ciwanên Başûr li nava refên PKK'ê dewam dike

Ciwanên Başûrê Kurdistanê, ku bi PKK'ê bawer in wê Kurdistanê azad bike, berê xwe didin nava refên têkoşîna azadiyê.

Gerîlayê HPG'ê Dijwar Qendîl destnîşan dike, Kurdistaneke azad bi hişmendiya neteweyî pêkane û dibêje, "Yên ku herî zêde ji rastiya xwe hatine dûrxistin, ciwan in. Hedefa herî mezin a lîstik û polîtîkayên qirêj, ciwan in. Ji ber vê yekê divê ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bibin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê, ku li Mexmûr, Kerkûk û Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi xurtî têkoşiyan, bandoreke gelekî erênî li ser gelê herêmê kirin. Hêviya azadiyê ya gelê herêmê, Kurdistanê û tevahiya mirovaniyê ji nû ve şîn bûn. Ev hêvî bi tevlîbûna ciwanên Başûrê Kurdistanê li nava refên PKK'ê re roj bi roj zêde dibe. Yek ji ciwanên ji bo Kurdistana azad û azadiya gelan tevlî nava refên têkoşînê bûye, gerîla Dijwar e. Gerîla Dijwar Qendîl li bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ANF'ê re qala xwe kir, bê çawa tevgera PKK'ê nas kir, çawa tevlî bû û guherîna jiyana wî ya piştî tevlîbûnê vegot.

Qendîl bal kişand ser şopên kûr û giran ên sîstema kapîtalîst li ser ciwanên li Başûrê Kurdistanê û got, "Gelê me bi temamî ketiye bin bandora sîstema kapîtalîst. Mirovê ku xwe gelekî neteweperestê Kurd dibîne jî bûye xerîbê cewhera xwe, lê hay ji xwe nîne. ji ber ku ev sîstem mîna nexweşiyeke nebaş ketiye nava me. Polîtîkayên ewçend hesas û zirav dimeşîne, mirovan dike xerîbê xwe. Haya mirovan jî jê çênabe. Bêguman hedefa sereke ya van polîtîkayan jin û ciwan in. Ciwanan dixe nava jiyaneke sexte û pûç. Ez bi xwe, berî tevlî nava refên gerîla bibim, gelekî dûrî çand û zimanê xwe bû, ku haya min ji min nebû. Bi sîstemê re ez jî hêdî hêdî ji nasnameya xwe qut dibûm û diheliyam."

'JI BO DEWAMKIRINA DOZA ME, EZ TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BÛM'

Qendîl da xuyakirin, ku têkoşîna azadiyê ya hêzên HPG û YJA Starê bandoreke xurt li gelê Başûr dike û bi taybetî ciwan diherikin nava refên gerîla. Qendîl li ser tevlîbûna xwe jî got, "Weke ciwanekî Kurd, min PKK a ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe baş nas nedikir. Piştî ku gerîlayên PKK'ê li Başûrê Kurdistanê bi xurtî li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê têkoşiyan, bi sedan ciwan tevlî nava refên gerîla bûn. Yek ji van jî hevalekî min bû, ku ji bo min gelekî hêja bû. Ji bo welatê xwe bi lehengî şer kir û şehîd bû. Piştî şehadeta wî, ji bo dewamkirina doza me ez jî tevlî nava refên gerîla bûm."

'MIN NIRXÊN XWE LI NAVA REFÊN GERÎLA NAS KIR'

Qendîl, guhertina jiyana wî ya li nava refên gerîla wiha vegot: "Di nava jiyana gerîla de ya ku beriya her tiştî bandor li min kir, têkoşîna bi vîn û baweriya ji xwe ya gerîla bû, ku tevî hemû şert û mercên giran jî vê dimeşîne. Hezkirina ji jiyanê û dilsoziya hevrêtiyê jî ku di çarçoveya hezkirin û hurmetê de tê nîşandan, bandor li min kir. Dema mirov qala hevrêyên jin neke, wê kêm be. Ya ku ez matmayî hişt û bandoreke kûr li min kir, têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Li Başûrê Kurdistanê nêzîkatiya li jinê gelekî cuda ye. Jin weke mirova di asta duyemîn, sêyemîn de tê dîtin. Lê li vir rewş berevajî ye. Li nava PKK'ê jin pêşeng e. Jin pêşengiyê ji şer re dike. Li qadên şer, li çeperan jin bi rola pêşengiyê radibin. Van hemûyan gelekî bandor li min kirin. Piştî perwerdeyên li nava refên gerîla, min dîroka xwe, çanda xwe, bi kurtasî min nirxên xwe nas kir. Min girîngiya doza me ya azadiyê fêhm kir. Her wiha fêhm kir ku bêyî şer mirov nikare gelê xwe, welatê xwe, xwe bi xwe azad bikin. Ji bo têkoşîneke aktîf carna difkirim ku hinekî dereng jî mam e. Lê ya girîng, ji niha û pê ve ye. Min fêhm kir, ku divê ji niha û pê ve her kêliya xwe ji bo dozê bijîm."

'DIVÊ GELÊ LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BIBE YEK'

Qendîl destnîşan kir, tevgera PKK'ê ne tenê ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê, di heman demê de ji bo azadiya hemû gelên li cîhanê şer dike û got, "Kurdistan bi destê hêzên serdest bû çar parçe. Her parçeyekî welatekî me ji aliyê dewletekê ve hate payêkirin. Mêtîngerî, dagirkerî û asîmîlasyoneke giran heye. Gelê me ji cewher, nasname û çanda xwe tê dûrxistin. Lazim e gelê me yê li çar parçeyan vê bibîne, li ber rabe û têbikoşe. Yekîtiya neteweyî ya li Kurdistanê ji bo tevahiya gelê me girîng e. Kurdistaneke azad ancax bi hevgirtin û hişmendiya neteweyî ya gelê me yê li çar parçeyan dibe."

Qendîl diyar kir, divê gelê Başûr bi taybetî jî ciwan van polîtîkayên qirêj ên sîstema kapîtalîst û hêzên dijminatiyê li Kurdan dikin bibînin û ev bang li ciwanan kir: "Yên ku herî zêde ji cewhera xwe hatine dûrxistin, ciwan in. Hedefa herî mezin a van lîstik û polîtîkayên qirêj jî ciwan in. Ji ber vê yekê divê haya ciwanên Kurdistanê hîn bêhtir ji xwe hebe û tevlî nava refên PKK'ê bibin."