Tevgera Azadiyê: Em ê Kurdistanê azad bikin

Tevgera Azadîyê, di pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê de ev peyam da: “Em ê bi geşkirina têkoşînê, Peymana Lozanê xera bikin û Kurdistanê azad bikin.“

Newroza Qendîlê ku ji çar aliyên Kurdistanê kes hatin ba hev, bi awayekê bi coş hat pîrozkirin. 

Peyama Tevgera Azadiyê li pîrozbahiyê hat xwendin. Selam Abdula ku peyam xwend, destnîşan kir ku ew ê bi geşkirina têkoşînê Peymana Lozanê ji holê rabikin û Kurdistanê azad bikin. Abdula, bi domdarî wiha got: “Cejina vejîn û jiyanê, cejina azadî û xwenûkirinê, cejina heqîqeta serkeftinê, cejina rêberê gel, rêberê azadiyê Ahûra Mazda, cejina Rêber Apo em pîroz dikin.

Di serdemeke wiha de ku em Newrozê pîroz dikin, rast e ku şîna gele me yê li Rojava û Bakurê Kurdistanê, gelek e. Lê divê bê zanîn ku Newroz ne bi tenê bîreke çandî ye, nîşaneyeke têkoşînê ye jî. Her Newroz, çêbûneke nû ye. Nexwe, em Newroza sala 2023’yan, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, li dijî hemû pergalên dîktatoriyê wek bertekeke siyasî û neteweyî pîroz bikin.“

Di Newroza Qendîlê de, Koma Muzîkê ya Şehîd Serhed, Koma Muzîkê ya Mexmûrê, Awazên Çiya, Ajwan, hunermend Luqman Selîm, Firmêsk, Adil Hewramî, Jîna Saqizî û Ehmed Sengawî, derketin ser dikê.