Tevgera Azadî wê kongreya xwe ya damezirandinê li dar bixe

Tevgera Azadî wê di 19’ê Çileyê de kongreya xwe ya damezirandinê li dar bixe.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya ku ji aliyê Iraqê ve di asta fermî de wekî partiya siyasî hate naskirin, li gorî zagonan divê di nava 3 mehan de kongreya xwe li dar bixe. Tevgera Azadî ragihand ku ew ê Kongreya xwe ya damezirandinê ya 1’emîn di 19’ê Çileya 2018’an de li dar bixe.

BI BEŞDARIYA 2 HEZAR ENDAMAN

Endama Lijneya Rêveberiyê ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî ji Rojnewsê re axivî û got, “Piştî serlêdana me ya ji bo Saziya Partiyên Siyasî û Rêxistinan a Iraqê ya di 4’ê Kanûna 2017’an de, li gorî zagona 139’emîn destûra me ya damezirandinê hate dayîn. Li gorî van zagonan divê heta 3 mehan em kongreya xwe ya damezirandinê li dar bixin. Me jî biryar da ku em kongreya xwe di 19’ê Çileya 2018’an de li dar bixin.”

Ew ê 2 hezar endam beşdarî kongreyê bibin û heyeteke Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê jî bi peywira çavdêriyê beşdar bibe.

Piştî kongreyê tê payîn ku ofîsên partiyê werin vekirin.

Tevgera Azadî ligel ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi awayê fermî tê naskirin jî, li Herêma Kurdistanê tê astengkirin.