Tevgera Azadî projeya çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê eşkere kir

Tevgera Azadî ya Civaka Kurditanê ji bo pirsgirêkên herêmên bi nakok û parêzgeha Kerkûkê projeya çareseriyê ragihand.

Îro Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li baregeha xwe ya Kerkûkê ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li Kerkûkê û herêmên bi nakok bi daxuyaniyeke çapemeniyê projeya çareseriyê ragihang.

Destpêkê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah axivî û got; "Gelek guhertin li herêmê pêktên û herêm di serdemeke aloz re derbas dibe. Aloziyên li herêmê herî zêde jî li herêmên nakokî li ser hene tên hîskirin û nimûneya vê ya herî berçav jî şewitandina zevî û dexlên welatiyên herêmêye."

Mihemed Ebdulla balkişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û got; "Dewleta Tirk li Iraqê û herêma Kurdistanê dagirkere, lê kes nîne helwest nîşan bide. Lê ji dema hilbijartin çêbûne heya niha şerê li ser meqam û desthilatiyê di nava partî û aliyan de heye. Nimûneya vêya herî berçav jî ewe ku heya niha nekarîne waliyek ji bo Kerkûkê diyar bikin. Ev jî dibe sedem ku rewşa Kerkûkê di warê siyasî, aborî û xizmetgûzarî ve asayî nebe.”

Mihemed Ebdulla têkildarî nêrîn û fikrên Tevgera Azadî ya derbarê Kerkûkê de jî wiha got, “berovajiyê hemû ew hêz û aliyên ku sûd ji şer û kûrkirina nakokiyan digirn, Tevgera Azadî di xema vê herêmê de ye û dixwaze aşitî û bihevre jiyankirina gelan li vê herêmê serwer bibe. Ji ber vê dixwaze projeyên çareseriyê ji bo vê herêmê pêşbixe. Di vê çarçoveyê de me li gel rêxistinên xwe, kesayet û welatiyên herêmê gihîştin wê qenêtê ku projeyeke çareseriyê ragihînin.”

Piştî axaftina Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla, projeya çareseriyê ji aliyê hevserokê Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê Komel Sermed ve hate xwendin.

Xalên Projeya çareseriyê ya Tevgera Azadî ya ji bo Kerkûkê wiha ne;

*Di vê di serî de encûmeneke bi tevlîbûna hemû pêkhateyan pêk were. Divê pêkhateyên herêmê biryara hejmara encûmenê û komîteyan bidin.

*Hejmara encûmenê li gorî herêmê bê diyarkirin. Divê ev encûmen erka pêkanîna aşitiya di nava pêkhateyan de bilîze.

*Divê ev encûmen komîteyek ji bo qerebûkirina ew ziyanên ku gelê herêmê dîtine were avakirin.

*Divê encûmen komîteyek diyar bike ji bo peywendî û hemahengî li gel hikûmeta federal a Iraqê û herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna erka parastin, xizmetgûzarî û asayîkirina rewşa herêmê.

*Divê komîteyek di nava encûmenê de ava bibe ji bo hişyarkirin û zanakirina civakê ji bo aşitî û, biratî û demokrasî û parastina jîngehê.

*Rêveberiya Iraqê di ber asayîkirina rewşa herêmê de berpirsyare. Ji ber vê jî komîteyek di encûmenê de tê diyarkirin ji bo peywendî li gel Iraqê deyne.

*Hikûmeta Herêmê jî berpirsyare di ber asayîkirina rewşa herêmê de. Ji ber vê bi heman awayî komîteyek divê taybet ji bo peywendî girtin li gel hikûmeta herêmê di nava encûmenê de ava bibe.

*Eger ev hêzane ango aliyên peywendîdar erka xwe pêk neyênin, wê demê divê encûmen çalakiyên girseyî rêxistin bikin. Ji bo vê jî divê welatiyên herêmê piştgirî bidin vê encûmenê ji bo pêkanîna xebatên vê herêmê. Dema hêzên Iraqê, herêmê û navnetewî erka parastina herêmê negirtin ser şanê xwe, divê encûmena serbixwe bixwe hêzên parastina herêmê rêxistin bike û xwe bixwe biparêzin. Ji ber vê jî her gund, bajarok, tax dikarin hêzên parastina xwe ava bikin û xwe biparêzin û rêxistin bikin.

*Bi giştî parlementoya Iraqê û bi taybet jî ew parlêmnterên weke nûnerên herêmê hatine hilbijartin divê zêdetir rola xwe ya ji bo çareseriyê pêk bînin. Divê dezgehên dadweriyê ji bo lêkolînkirin û tespîkirin kes û aliyên ku li herêmê aloziyê derdixin rola xwe bilîze û erkên xwe pêk bînin. Eger dadgeha federal û dezgehên dadwerî vê erka xwe pêk ne anîn, ev encûmen pêwîste dozê bibe dadgeha navdewletî. Divê hemû pêkhateyên herêmê dûr ji zêhniyeteke dînperestî û neteweperestiyêbin. Her wiha divê pêşî li destwerdanên derve bên girtin. Ji bo pêvajoya aşitî û demokrasiyê hevkariya hev bikin û girîngî pê bidin û pêş bixin.”