Tevgera Azadî nerazîbûneke tund nîşanî êrişan da

Tevgera Azadî diyar kir ku bombardûmana dewleta Tirk nîşaneya planeke metirsîdar a li ser Başûrê Kurdistanê ye û destnîşan kir ku gelê hatiye enfalkirin wê ti carî dest ji azadiya xwe bernede û her têbikoşe.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên pêr bi şev ên li Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera Civaka Azadî ya Kurdistanê (Tevgera Azadî) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hate şermezarkirin û hate ragihandin, ku ew vê êrişê weke nîşaneya êriş û planeke metirsîdar a li ser Başûrê Kurdistanê dibînin û bi ti awayî qebûl nakin.

Tevgera Azadî bal kişand ser metirsiya li ser gelê Başûrê Kurdistanê û hate bibîrxistin ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk heta niha li Herêma Kurdistanê gelek sivîl şehîd bûne, birîndar bûne û xweza hatiye wêrankirin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê li pêşberî destdirêjiya li xaka Kurdistanê hate bibîrxistin û hate gotin, "Em piştrast in ku ev êriş bêyî hevkariya hikumeta herêmê nehatiye kirin, nayê pêkanîn. Diyar e dewleta Iraqê jî ji wê yekê agahdar e, ku ji bo van êrişan çiraya kesk ji Tirkiyeyê re pêxistiye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Êrişên DAÎŞ'ê yên li ser navçeyên Xaneqîn, Daqoq, komkujiya Kakayiyan û pêngava destpêkirina projeya Erebkirinê ya li Kerkûkê û gelek navçeyên din di vê demê de, beşek ji wan planên ku li ser gelê me ye. Gelê ku hatî qetilkirin, enfalkirin, kîmyabarankirin ti caran dest ji azadiya xwe bernade û wê têbikoşe."

Di daxuyaniyê de bang li hêzên azadîxwaz, rewşenbîr û gel hate kirin ku bi hev re helwesteke tund li dijî vê êrişkariyê nîşan bidin.