Tevgera Azadî encamnameya Kongreyê eşkere kir

Encamnameya Kongreya 2'emîn a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hate ekerekirin.

Tevgera Azadî di encamnemeyê deragihand ku ji bo xweseriya demokratîk a Şengalê û hêzên parastina wê ya ku di çarçoveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bên erê kirin, piştgirî bikin û wê xebatê bikin.

Kongreya 2'emîn a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya li salona Dêrîn (kevin) a bajarê Silêmaniyê bi dirûşmeya 'Bi Bingeh Girtina Sîstema Xwerêveberiya Demokratîk, Em ê krîzên Desthilatiyê derbas bikin' bi tevlîbûna 300 endam û nûnerên ji her çar parçeyên Kurdistanê duh destpê kir, îro di roja 2’emîn de bi dawî bû. Di dawiya kongreyê de encamnameya kongreyê ji aliyê Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên ve hate xwendin.

Di encamaneyê de wiha tê gotin: "Başûrê Kurdistanê di nava krîz û nakokiyên mezin de ne, ji aliyê din jî hêzên siyasî yên desthilatdar, xwe spartîne dewletên ji derve û eniyên Sune û Şîe tijiyê. Ji ber van sedeman jî nêzî salekê ye parlamento hatiye bêaktîvkirin, hikûmet ji aliyê partiyekê ve tê bi rêvebirin. Dadgeh di berjewendiyê partiyekê de kar dike. Paytexta Herêma Kurdistanê hatiye desteser kirin. Ji bo siyaset li ser bingehê demokrasî bi pêk were û xeta sêyemîn di siyasetê de pêk were, ango siyaset tenê di berjewendiyên gel û armancên nîştîmanî de be, ji ber vê yekê pêwîste ev xalên li jêr pêk werin:

Siyaseta xwe ya bi hêzên derve yên cîhanî re û dewletên dagirkerên Kurdistanê re girêdan bi dawî bike . Her wiha dest ji eniyên Sune û Şîetiyê bê berdan û xeta sêyemîn di siyasetê de bingeh bê girtin û bibe binge.

Em ê kar bikin ji bo ku dawî li parçe bûn, alozî û hizbgerî ya teng bê. Ji bo siyaseta demokratîk bibe bingeh û berjewendiyên netewî û bi hev re jiyanbûna demokratîk a civakê, karê sereke ya aliyê siyasî ne.

Ji bo gelê Kurd û pêkhateyên din ên Mûsilê di siberojê de bi hev re bi azad û wekhev li ser bingekê demokratîk jiyan bikin, em ê xebat bikin, ji bo ku Mûsil li ser bingehê herêma demokratîk bêrêxistin kirin.

Em ê xebatê bikin, ji bo lihevkirin, xebata eniyê û platforma siyasî û demokratî. Em ê ji bo prensîb, yekbûn û berfirehkirina têkoşîna hêzên netewî û demokratîk, çep û sosyalîs xebatê bikin. Em ê girîngiyê bidin danûstandinên li gel hêz û aliyên Iraqê.

BEŞA TÊKİLDARÎ AZADİYA RÊBER ABDULAH OCALAN Û TEVAHİYA GİRTİYÊN SİYASÎ;

Di nava pêvajoya têkoşîn û xebatê de bi taybet îro bi hezaran şoreşger û welatparêz û rojnameger di girtîgehên dewleta Tirk û Iraqê de ne. Bi taybet bîrmend û Rêberê Tevgera Azadîxwaza Gelê Kurd Abdulah Ocalan 18 sale di girtîgeha takekesî deye û li Girtîgeha Îmrahî hatiye girtin. Ji ber vê yekê pêwîste.

Bê şert û merc girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Îranê bên berdan.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û gelên bindest, divê di zûtirîn demê de Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê azad kirin.

Ji bo nivîs û pirtûkên Ocalan bê xwendin û sûd jê werin girtin em ê bikevin nava hewldanan. Em ê di astekî berfireh de kar bikin, ji bo di roja 15'ê Sibatê de roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan were şermezar kirin.

HÊZÊN PARASTİNA BAŞÛRÊN KURDİSTANÊ

Pêwîste di demek nêzîk de pêşmerge, gerîla, YJA Star, YBŞ, YPJ, dibin fermandariyek hevbeş de bên komkirin.

Hêzên pêşmerge li jêr destê hizbî de derbikevin û weke hêzên netewî bên birêxistinkirin.

Li her bajarekî goristanekî taybet ji bo şehîdên Kurdistanê bê avakirin. Ji bo şehîdên gerîla, pêşmerge û şervana. Ji bo yekîtiya tevahiya malbatên şehîdan kar bê kirin.

Em ê kar bikin da ku civak bi xwe bi kare xwe biparêze. Bi rengekî medenî xwe birêxistin û amade bike.

Em ê bi hemû hêza xwe kar bikin heta ku em dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dertêxin.

Em ê kar bikin heta ku Şengal weke herêmekî xwerêveberiya demokratik û hêzên wê yên parastinê di çarçoveya hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê erêkirin û alîkariya wan bike, xebatê bikin.

ABORÎ Û JİYANA WELATİYAN

Pêwîste lihevkirina 50 salî ya petrolê ya li gel dewleta Tirk bê hilweşandin. Pirsgirêka şandina petrolê ya li gel Bexda bê çareser kirin û dahata giştî zelal bibe.

Em ê ji bo pêşketina aboriya netewî, tenduristî, celektirîk û çavkaniyên xwezayî kar bikin.

Pêwîste em berhemên xwe malî pêş bixin û ji jiyanê re bikin çavkanî. Gundan pêş bixin. Her wiha beşê pîşesaziyê li ser bingehê jîngehê pêş bixin.

Em ê ji bo enternatîfên pêşketî û ji demê re ji bo aboriyê bibin bersiv bixebitin.

HÊZÊN PÊŞENGÊN CİVAKÊ JİN Û CİWAN

Ji bo derbaskirina hişmendiya mêrsalarî û zayedparêziyê sîstema hevserokatiyê, hevjiyana azad û wekheviya zayendî em ê li her derê pêş bêxin û bingeh bigrîn.

Em ê hîn zêdetir kar bikin ji bo ku jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlin, bên azad kirin.

Ji bo dawî li tundiya li dijî jinan û destdirêjiyê û tundiya aborî, siyasî, civakî yên weke deronî, fizîkî û zayendî bên, em ê xwedî li jinan derkevin û girîngiyê bidin birêxistinkirina jinan.

Ji bo azadiya jinên di destê çeteyên DAIŞ'ê de karê zêdetir bê kirin. Em ê xwedî li wan derkevîn û ji bo azadiya wan, xebatê bikin meşandin.

Di qada siyasî, civakî, aborî, akademî û rêxistina asta bilindkirina têkoşîna ciwana mercê me yê sereke ye.

Bİ RÊXİSTİNBÛN Û PERWERDE

Em ê kar bikin ji bo ku em xebata xwe di nava hemû beşên civakê de berfireh bikin û girîngiyê pê bikin.

Em ê kar bikin, ji bo ku em herêmên xwe berfireh bikin û girîngiyê bi xebatên komîte, encûmen, komîsyona bidin. Em ê li her cihî xwe bi rêxistin bikin.

Li ser bingehê akademiyan em ê girîngiyê bidin perwerdê û birêxistinkirinê

Ji bo hemû endamên me beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin em ê kar bikin."