'Tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare gel ji pirsgirêkan rizgar bike'

Endamên sazî û destgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kirin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, tecrîdkirina civakê ye û gotin: “Tenê fikir û felsefeya Rêber Apo dikare gel ji pirsgirêkan rizgar bike.”

Endamên sazî û destgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê ji ANF'ê re axivîn û bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kirin.

Endamê Meclîsa Gel a Komelgeha Diholayê Pîr Seyîdo diyar kir ku yekem serok û rêberê ku hatî ser rûyê erdê û aştî û azadî xwestiye û bi xwe re aniye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ya mirovan şaş dihêle ew e ku rêberekî mîna Rêber Apo ewqas sal in di nava çar dîwaran de ye, lê hîna kes li hemberî vê yekê dengê xwe nake. Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), eger dewletan hemûyan pişgirî nedabana dewleta Tirk, Tirkiyeyê nedikarî ewqas sal Rêber Apo di girtîgehê de bihêle. Kes nikare me ji Rêberê me qut bike. Em ê heya azadiya gel û Rêberê xwe têkoşîna xwe bilind bikin û li ser piyan bimînin.”

Endamê Meclîsa gel a Dihola Pîr Seyîdo di dawiya axaftina xwe de, ev bang kir: “Em bang li cîhanê dikin û ji wan re dibêjin ku siyaseta xwe ya li hemberî Rêber Apo bidin guherandin û deng ji xwe derxînin. Bila ew jî mîna her rêberekî di nava gelê xwe de azad bijî.”

Endamê Meclîsa Gel a Komelgeha Borik Merwan Yûsif destnîşan kir ku erkê her kesiye ku xwedî li Abdullah Ocalan derkeve û ev tişt got: “Çawa ku Serok Apo li her kesê xwedî derket û bi taybet gelê bin dest, niha erkê gele jî ku bi heman rêbazê xwedî li Serok Apo derkeve. Ji ber ya ku Serok Apo dike şoreş e û şoreşa tê kirin jî, dawî li zilmê tîne û gel di nava azadiyê de dijî. Niha gel gihaye wê baweriyê ku fikir û felsefeya Serok Apo dikare wan ji hemû pirsgirêkan rizgar bike. Her kesî bi çavê xwe dît ku çawa di Newrozê de bi milyonan kesî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ Newroza xwe pîroz kirin. Serok Apo gelên bin dest ji xwe re weke noqteya esasî dibîne û dixwaze wan ji wê zilma ku dîtine rizgar bike. Îro ev erk di keve ser milê gelê Kurd û tevahî gelê bin dest ku Serok Apo ji weka nuqteya xwe ya esasî bibînin û lê  xwedî derkevin.”

Ciwanê bi navê Ziyad Xêrî jî di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de axivî û wiha pêde çû: “Hedef û armanca Serok Apo azadiya gelê bin dest e. Niha komplo û tecrîdeka giran li ser Rêber Apo bê navber tê meşandin. Em niha wek ciwanên Êzidî bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Me ev fikir ji xwe re weke fikra esasî daniye.”

Ziyad Xêrî herî dawî ji bo 4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ev tişt got: “Em ê 4'ê Nîsanê bikin roja azadiya serokê xwe.”